Parastvanên mafan dê li dijî cezayan ji girtiyan re pereyan bişînin 2024-10-18 09:01:35 STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Zeynep Ceren Boztoprak bal kişand ser cezayên ji ber pereşandina ji girtîgehê re tên dayin û wiha got: “Em jî li dijî vê kampanyayê didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de dê ji gelek girtiyan re pereyan bişînin.”    Ji ber ku ji xizm û hevalên xwe yên girtî re pere şandine, li gelek kesan bi îdiaya “Fînansmaniya rêxistinê dike” cezayê hefsê hate birîn. Herî dawî jî bi hinceta ku pere ji hevjîn û girtiyên siyasî re şandiye 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dan endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Hatîce Orman. Ji ber ku ceza di bin 5 salan de bû rêya îtîrazê girtî ye û biryar ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate qebûlkirin. Bi erêkirina cezayê re Onaran di 10’ê cotmehê de hate girtin û xistin Girtîgeha Jinan a Gebzeyê. Parêzera Onaran û Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Zeynep Ceren Oztoprak got ku cezayê li muwekîla wê hatiye birîn derhiqûqî ye.    'PERE DIKEVE QASEYA DEWLETÊ’   Boztoprak, da zanîn ku pere bi rêya Midûriyeta Giştî ya Rêxistina Posta û Telgrafê (PTT) tê şandin û wiha domand: “Dema hûn pereyan dişînin, navê we, hejmara hesaba we û navnîşana we diyar e. Anku derfeta ku hûn bikarin xwe nexuyayî nîşan bidin tune ye. Pereyê hûn dişinînê PTT ye, anku qaseya dewletê ye. Ev pere derbasî hesaba girtî dibe. Bikaranîna wî pereyî jî di înîsiyatîfa rêveberiya girtîgehê de ye. Weke mînak; teserûfeke girtî ya ku pereyê heyî bikişîne û di navbera girtiyên din de parve bike tune ye. Bi wî pereyî tenê dikare danûstandinê bike. Danûstandin bi xwe jî di bin kontrola rêveberiyê de ye.”    Zeynep Ceren Boztoprak   'HEKE SÛC BE DEWLET JÎ ŞIRÎK E’   Di berdewamê de Boztoprak anî ziman ku şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne û wiha pê de çû: “Lewma kîjan sedem dibe bila bibe, dema hûn pereyan ji girtîgehan re dişînin îxtîmala sûc çênabe. Ji ber ku her tişt di kontrola dewletê de ye. Heke dozgerî bibêje ‘sûc hatiye kirin’, wê demê dewlet jî dibe şirîkê sûc. Ji ber ku ji bo şandina pereyî dibe alîkar. A rast sûcekî wiha tune ye. Ev sûc ji ber xwe ve çêkirine. Di navbera ‘Muxalefeta Qanûna Têkildarî Pêşîlêgirtina Fînansekirina Rêxistinê’ û vê kiriyarê de tu eleqe tune ye. Ji bo ev sûc çêbibe, divê bi awayekî rêxistinî fon were komkirin û ji fona rêxistinên weke ‘rêxistina terorê’ tên pênasekirin re hatibe şandin. Bi kurt û kurmancî nabe ku kesek ji ber ku pere ji girtîgehê re şandiye were sûcdarkirin.”    JI BER PEREYÊ JI HEVJÎNÊ XWE RE ŞANDÎ HATE SÛCDARKIRIN    Boztoprak, anî ziman ku di dosyayên mîna van dosyeyan de biryarên beraetê hatine dayin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev biryar, biryarên mînak in. Di biryara bihincet de îdiaya ‘ji bo fonê ji endamên PKK’ê re çêbike ji hesaba xwe pere şandiye’ hatiye kirin. Lê li vir kesên cuda hene. Weke mînak Menderes Leylan ji doza PKK’ê girtî nîne. Hevjînê Hatîceyê jî heye ku ji dosyayeke cuda tê darizandin. Anku ji hevjînê xwe re pere şandiye. Dîsa dibêjin ‘yên girêdayî PKK’ê.’ Di biryara bihincet de kesekê din jî heye ku salên dirêj e li qawîşa serbixweyiyan dimîne û eleqeya wî bi tu rêxistinan re nîne. Her wiha ji kesekê din ê ji bazirganiya tiryakê hatiye girtin re jî pere hatiye şandin. Me ev jî diyar kir. Lê guh nedanê. Li vir eşkereye ku Hatîceyê ji bo ‘fînansmaniya rêxistinê’ pere neşandiye. Ji ber ku pere ji girtiyên edlî re jî şandiye.”    'HEKE SÛC BE DIVÊ DEWLET PÊŞÎ LÊ BIGIRE’   Boztoprak, destnîşan kir ku di hinceta biryarê de gotina “Vasiyê wî nîne, ximzê wî nîne” hatiye bikaranîn û wiha pê de çû: “Heke şandina pereyan a ji kesekî/a ne vasî yan jî ne xizm sûc be, wê demê divê dewlet rê li ber bigire. An jî divê şandina pereyan girêdayî hinek şertan bike. Weke mînak dê ji kesên pereyan dişînin re pirsa ‘tu kî yî’ bike. Ji ber ku heke şandina pereyan sûc be, divê destûrê nede vê.”    DÊ JI GELEK GIRTIYAN RE PERE WERE ŞANDIN    Bi domdarî Boztoprak bi lêv kir ku ew vê rewşê qebûl nakin û şandina pereyan û piştevaniya bi girtiyan re sûc nîne. Boztoprak, axaftina wiha dom kir: “Em vê qebûl nakin. Lewma jî niyeta me heye em piştevaniya xwe mezintir bikin. Em ê li dijî vê rewşê kampanyayê bidin destpêkirin û ji gelek kesan re pereyan bişînin. Hûrgiliyên wê hêj zelal nînin lê weke parastvanên mafên mirovan projeyeke me ya wiha heye. Ji ber ku ev sûc nîne. Bila derheqê herkesekî de lêpirsîn û dozan vekin. Ma dê cezayê bidin çend kesan. Nikarin pêşiya piştevaniyê bigirin.”    'DIVÊ PIŞTGIRÎ BI PARASTVANÊN MAFÊN MIROVAN RE WERE KIRIN’    Boztoprak, axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet, pêdiviyên sereke yên girtîgehan cîbicî nake. Em baş dizanin ka rewşa wir çawa ye. Qantîn pir biha ne, rewşa aborî ya gelek kesan nebaş e û pere ji hesabên wan re nayên şandin. Lewma nikarin ji kantînê sûd bigirin. Heke dewlet nekare vê bike, divê rê li ber piştevaniyê jî negire. Em tenê piştevaniyê nadin girtiyên siyasî, em didin hemû girtiyên rastî binpêkirinên mafan tên. Ev yek peywira me ye. Heke her cara gotina ‘terorê’ tê pêşiya me em paşvegavê biavêjin, dê dewlet binpêkirinan hêj zêdetir bike. Em ê bi tu awayî rê nedin vê. Lewma divê hemû beşên civakê di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin û piştgiriyê bidin parastvanên mafên mirovan.”    MA / Omer Îbrahîmoglû