Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin 2024-10-18 10:05:33   MÊRDÎN - Ji ber parvekirina “Bijî berxwedana Kobanê” ku wêneyê YPG’iyan li ser bû, 3 dozên cuda li rojnamegerê girtî Mûrat Verîm hatin vekirin û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Yozgatê diyar kir ku dema ceza dayin Verîm, cezayên dadagehên din hatine hesabkirin.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin û xebatkarê çapemeniyê yê Şaredariya Kerboran a Mêrdînê Mûrat Verîm, piştî erêkirina cezayê wî di 16’ê îlonê de hate girtin. Di 11’ê cotmehê de ji Girtîgeha Midyadê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hate kirin. Verîm, hîn bû ku ji ber doza li ser îxbarekê derheqê wî de hatiye vekirin û cezayê wê hatibû taloqkirin, hatiye girtin.    Bi hinceta ku Verîm “qeydên taloqkirina cezayê” binpê kiriye û di pêvajoya venêrînê de “sûc kiriye”, 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Yozgatê bi daxwaza “ceza were cîbicîkirin” doz vekir û hinceta biryara xwe eşkere kir.    CEZAYÊN DADGEHAN DABÛN HATIN HESABKIRIN   Di biryarê de dadgehê cih da 19 parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên di navbera salên 2014-2016’ê de hatine parvekirin. Ji bo parvekirina nivîsa “Bijî berxwedana Kobanê” ku wêneyê YPG’iyan li ser bû îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate kirin û biryar hate dayin ku cezayê 4 sal û 6 mehan were cîbicîkirin.    Di biryarê de hate destnîşankirin ku Verîm ji ber parvekirina behsa xeberê li 2 dadgehên cuda hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn. Hat gotin ku Verîm bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin û ev doz hêj berdewam in. Di biryarê de hate gotin ku parvekirina Verîm a di 4’ê cotmeha 2014’an de ji hêla Dadgehên Cezayên Giran ên Mêrdîn û Midyadê ve bûye mijara darizandinên li pey hev û di dozekê de salek û 3 meh, di ya din de jî 3 sal cezayê hefsê hatiye birîn. Bi domdarî hate gotin ku dadgehê (2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Yozgatê) her du cezayên din ên hatine dayin hesab kiriye û li gorî hesabê jî 3 meh cezayê hefsê daye.