Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome 2024-10-18 11:46:24   RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar biryara tehliyeyê nirxand û got: “Hêj edalet pêk nehatiye. Nobet xelas bibe jî dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kir. Doz weke dosyayên “Kargehê” û “Nexweşxaneyê” hatibûn dabeşkirin û piştre kiribûn yek dosya. 8’emîn danişîna dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hate lidarxistin. Di dosyayê de 4 girtî û 30 bersûc hene. Piştî 6 sal û 4 mehan, dadgehê ji bo Fadil Şenyaşar û girtiyên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û  Celal Yildiz biryara tehliyeyê da.    ‘HÊJ EDALET PÊK NEHATIYE’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar têkildarî biryarê ji Ajansa Mezopotomyayê (MA) re axivî. Şenyaşar, wiha got: “Keyfxweşiyeke nîvco heye. Edaleta dereng tê ne edalet e. Hêj jî edalet pêk nehatiye. Birayê min ev 6 sal û 4 meh in girtî bû û hate tehliyekirin. Belkî vê hinek jî be êşa dayika min sivik kiribûya. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê navber dabû Nobeta Edaletê. Li ser vê geşedanê me dawî li Nobeta Edaletê anî. Her çend nobet bi dawî bibe jî dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Heta ku edalet pêk tê dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Bi hezaran girtiyên siyasî yên di rewşa birayê min de hene. Rewşa wan jî heman e û girtî ne. Em ê ji bo wan jî têbikoşin. Em ê bibin dengê wan jî. Dê têkoşîna me bi biryardarî bidome.”    Li hêla din Emîne Şenyaşar ji bo pêşwazîkirina kurê xwe xwe Fadil Şenyaşar ku bi biryara hefsa malê hate tehliyekirin, ji Pirsûsê ber bi Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T ya Amedê kete rê.