Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin 2024-10-18 12:01:51   ŞIRNEX - Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê leşker û polîsan di çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de parsûyên wî şikandibûn wiha got: “Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di 15’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Leşker û polîsan êrişî dayikan kir û di êrişê de 3 rojnameger jî di nav de 22 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê di dema binçavkirinê de parsûyên wî hatibûn şikandin piştî dermankirina li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji nexweşxaneyê derket.    Kosen, anî ziman ku piştî êrişê şûna nexweşxaneyê ew birine qereqolê.    ŞÛNA NEXWEŞXANEYÊ BIRIN QEREQOLÊ    Kosen, diyar kir ku dayik ji bo ku şer bisekine li wir bûn û wiha got: “Dayikên Aştiyê ji bo ku li tu dera cîhanê mirin çênebin xwestin dengê xwe derxînin. Di dirûşmeya wan de tenê aştî hebû. Digotin bila mirin çênebin. Digotin bila li Rojava, li Başûr, li Filistînê li tu daran mirin çênebin. Ji bilî laçikên spî û dilovaniya di dilê dayikan de tiştek bi dayikan re nebû. Di wê kêliyê de leşker û polîsan êriş kirin. Di dema binçavkirinê de dayik bi erdê re kaş kirin û li wan dan. Ez jî bi Dayikên Aştiyê re hatim binçavkirin. Em birin qereqolê.”   ‘MIN ZEHMETÎ DIKIŞAND KU BÊHNÊ BISTÎNIM’   Kosen, bi bîr xist ku şûna wan ji bo kontrola tenduristiyê bibin nexweşxaneyê li qereqolê birine cem bijîjk û wiha domand: “Min di dema kontrolê de cihên ku diêşin jê re gotin. Demildest ez sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê kirim. Dema li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê fîlmên min hatin kişandin, hate tespîtkirin ku parsû yên min şikestine. Pişt re ez bi ambûlansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirim. Piştî wê saetê û şunde leşkeran êdî pirsa min nekirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ez razandim. Hate tespîtkirin ku hem di serê min de hem jî di parsûyên min de derizîn heye. Dîsa ji ber di pişikên min de perçiqandin hebû min zehmetî dikişand ku bêhnê bistînim.”   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’   Kosen, ê bi lêv kir ku êrişa li wan hatiye kirin der mirovî bû, diyar kir ku dê têkoşîna xwe mezin bikin û ev tişt gotin: “Li dijî vê daxwaza me ya mirovî û mafdar parsûyên me şikandin. Lê em dizanin ku ev berdelê aştiyê ye. Çi dikin bila bikin em ê ji gotina aştiyê bi paş ve neçin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û vê daxwaza xwe ya mafdar bînin ziman.”