Fûat Keyman wefat kir 2024-10-18 12:26:39   ENQERE - Zanyarê siyasetê Fûat Keyman ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.    Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Fûat Keyman ku xebatên wî yên li ser têkiliyên navneteweyî hebûn, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.    Keyman ku lîsansa bilind li Zanîngeha Teknîkê ya Orta Doguyê (ODTU) temam kir, di sala 1991’ê de li Zanîngeha Carletonê doktoraya xwe ya têkiliyên navneteweyî wergirt. Keyman, di sala 1994’an de li Zanîngeha Bîlkentê dest bi kariyera xwe ya akademîk kir û heta sala 2002’yan li vir dersên zanista siyasetê û rêveberiya cemaweriyê da. Piştre jî di navbera salên 2002-2010’an de li Zanîngeha Koçê di beşa têkiliyên navneteweyî de xebitî. Fûat Keyman, herî dawî jî li Zanîngeha Sabanciyê cîgiriya rektor kir û di beşa têkiliyên navneteweyî de ders dida.    Keyman, di navbera salên 2013-2015’an di “Pêvajoya guftûgoyê” de di Şandeya Aqilmendan de cih digirt.