Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir 2024-10-18 16:19:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hamasê piştrast kir ku serokê wan Yahya Sînvar di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye.    Yek ji rayedarên payebilind ê Hamasê Halîl El Hayya, piştrast kir ku Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Yahya Sînvar jiyana xwe ji dest daye. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Reutersê; Hayya got ku Sînvar di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye û got: “Sînvar di eniyên pêş de têkoşiya û li gorî pozîsyonên şer tevgeriya.”