Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir 2024-10-29 15:53:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, ragihand ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya di 10’ê cotmehê de daye destpêkirin bi dawî kiriye.    Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, di 10’ê cotmehê de li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû.   KJAR’ê di malpera xwe ya fermî de der barê greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî de daxuyaniyek da. KJAR’ê ragihand ku Werîşe Mûradî ku 19 roj bûn di greva birçîbûnê de, dawî li çalakiya xwe aniye. Li gorî daxuyaniyê Werîşe Mûradî li ser daxwaza KJAR û çalakvanan dawî li greva xwe ya birçîbûnê aniye.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku KJAR’ê di 26’ê îlona 2023’yan de ragihandibû ku di roja 1’ê tebaxa 2023’yan de endama wan Werîşe Mûradî (Ciwana Sine) li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hate girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê ragirtin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” tê darizandin.