Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2024-10-29 16:53:43  ÎDIR - Girtiyê edlî yê bi navê Adnan Karayîgît ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê gotibû “Dê min bikujin” bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Karayîgît întîhar kiriye.    Adnan Karayîgît ê ji ber sûcekî edlî li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihate ragirtin, duh bişev bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karayîgît ê hate diyarkirin ku 7 sal in di girtîgehê de ye û beriya niha ji malbata xwe re gotibû “Dê li vir min bikujin” ji bo karûbarên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Doktor Nevrûz Erez a Îdirê.    ‘ZAROKÊ ME GOT GEF LÊ TÊ XWARIN’    Malbata ku rêveberiya girtîgehê ew agahdar nekirin, bi lêgerîna xizmên xwe hîn bûn ku zarokê wan jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku Karayîgît ê beriya hefteyekê bi malbata xwe re hevdîtin kiribû gotiye “Dê min li vir bikujin”. Bav Kasim Karayîgît jî anî ziman ku kurê wî ne kesekî ku întîhar bike ye û wiha got: “Kesê negot ku zarokê me jiyana xwe ji dest daye û me bi rêya xizmekî xwe zanî. Kurê me ne mirovekî ku întîhar bike ye. Di axaftina bi telefonê ya dawî de dema me jê pirsa ‘Kî gefa li te dixwe kir?’ ji me re gotibû ku ‘Ez nikarim bêjim telefon tên guhdarkirin’. Em nizanin ji aliyê kê ve gef lê hatiye xwarin. Heke ji aliyê kesekî di qawişê de ve gef lê hatibûya xwarin da bibêje. Em nizanin ka rewş çiye. Em serê vê sibê ji Edeneyê bi rê ketin. Em ê piştî karûbarê otopsiyê bibînin ka dê çi bibe.”   DI NAVA 3 SALAN DE 5 KES MIRIN    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Yilmaz Hûn jî li ser hesaba xwe ya X’yê wiha got: “Ji Girtîgeha Tîpa S a Îdirê serê vê sibê agahiyeke din a mirinê hat. Adnan Karayîgît ê beriya hefteyekê bi birayê xwe re hevdîtin kir û gotiye ‘Bi kuştinê gefê li min dixwin’. Serê sibê li malbata wî geriyane û gotine întîhar kirine. Ji Girtîgeha Îdirê di nava 3 salan de 5 cenaze derketin. Çima pêşniyazpirsên me yên lêkolînê nayên bersivandin?”   Hate diyarkirin ku otopsiya cenazeyê Karayîgît ê li morga nexweşxaneyê tê ragirtin hêj nehatiye kirin. Hate ragihandin ku Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Îdirê dê biçe girtîgehê hevdîtinê pêk bîne.