Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin 2024-10-30 16:16:48   STENBOL - Parêzerê Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer, Şevket Tucî diyar kir ku lêpirsîn ji meha tîrmehê ve hatiye destpêkirin û tevî ku biryara sînordarkirî li ser dosyeyê heye jî lê agahî li çapemeniyê hatin belavkirin.    Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer vê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. 24 saetan sînordarkirina hevdîtina li gel parêzer hat pêkanîn. Lewma parêzerên wî nikarin biçin wî bibînin. Parêzerê Ozer, Şevket Tucî beşdarî bernameya televîzyonekê bû û daxuyanî da. Tucî diyar kir ku di Qanûna Bingehîn de tê gotin kesên li ser wezîfeya cemaweriyê be bi operasyonê nikarin bên binçavkirin û ev yek hatiye binpêkirin.    Tucî anî ziman ku grûbek medyayê der barê dosyeya Ozer de agahî belav kirine lê belê Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû ku nikaribûye van agahiyan werbigire. Tucî da zanîn ku lêpirsîn bi wezîfeya serokatiya şaredariyê ve eleqedar nîne û lêpirsîn li ser îdiayek 10 sal berê hatiye avakirin û got ku lêpirsîn ji meha tîrmeha 2024’an ve hatiye destpêkirin. Tucî destnîşan kir ku agahiyên ku parêzer 3u serokê baroyê nikarin xwe bigihîninê ev agahî li grûbek medyayê hatine belavkirin û bi rêya medyayê hatine belavkirin.    ‘BI ZANEBÛN OPERASYON PÊK ANÎNE’    Tucî anî ziman ku bi zanebûn operasyon li ser mala şaredar pêk hatiye û got ku halbûkî heke gazî wî bikirina ew bi xwe jî dikaribû biçûya îfadeyê lê vê bêhiqûqiyê bijartine. Tucî diyar kir ku li ser dosyeyê biryara sînordarkirinê heye û got: “Ev binpêkirinek bêhiqûqî ye. Me bi yekîneyên polîsan re pêwendî danî. Gotin ku wê piştî nîvro îfadeyên wî bên girtin.”