DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin 2024-10-30 23:07:47   STENBOL – DEM Partiyê ragihand ku dê hevserokên giştî tevî endamên MYK'ê û parlamenteran biçin Stenbolê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî), li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ê X'ê daxuyand ku piştî binçavkirina Şaredarê Esenyûrtê û îdiayên ku qeyûm tayinî Şaredariay Esenyûrtê hatiye kirin, dê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan tevî endamên MYK'ê û parlamaneteran biçin Stenbolê.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Binçavkirina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û îdiaya ku qeyûm tayinî Şaredariya Esenyûrtê hatiye kirin, pir eşkere darbeyek e li vîna gel û xespkirina vîna gel e. Ev helwest, tunehesibandina demokrasiya xwecihş û vîna xwecihî ye. Em ê li ber vê bêhiqûqîtiyê û darbeya siyasî bêdeng neminin! Em ê bi hev re xwedî li demokrasiyê û mafê gotinê yê gel derkevin."