Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin! 2024-10-31 10:24:57   STENBOL - Endama Meclisa Jinan a HDK’ê Arîfe Çinar bal kişand ser konferansa ku dê di 2’yê mijdarê de bi dirûşma “Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin” û wiha got: “Me ji bo têkoşînê nexşeyeke nû ya têkoşînê diyar kir.”    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 3’yê mijdarê de bi dirûşma “Bi hêviyê re, bi berxwedanê re, bi hev re ber bi azadiyê ve” 13’emîn Kongreya Giştî li dar bixe. Meclisa Jinan a HDK’ê jî dê rojek berê anku di 2’yê mijdarê de bi dirûşma “Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin” konferansa jinan li dar bixe. Konferans dê li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê were lidarxistin. Endama Meclisa Jinan a HDK’ê Arîfe Çinar got ku amadekariyên konferansê bi dawî bûne û hemû jin vexwend konferansê.    ‘EM DI FERQA RÊBAZÊN XWE YÊN TÊKOŞÎNÊ DE NE’    Çinar, diyar kir ku di serdema îktîdara AKP’ê de pirsgirêka jinê roj bi roj girantir dibe û di her qadê de xwe nîşan dide. Çinar, wiha domand: “Têkoşîna jinan teng dibe û sedema vê jî ew e ku îktîdara mêrê serdest xwe li her qadê dide hîskirin. Li her qadê jin tên dorpêçkirin û hewl didin destkeftiyên wan tune bikin. Weke Meclisa Jinan a HDK’ê ji berê ve me li dijî van polîtîkayên îktîdarê xebat meşandin û her tim li qadan bûn. Têkoşîna bi tevgera jinên kurd û ya bi femînîstan re bi xwe re meşeke hevpar jî anî. Ji bo di serdema pêş de em nûnertiya wekhev û xurtkirina têkoşîna jinan, em ê konferansê li dar bixin.”    DI TÊKOŞÎNA JINAN DE SERDEMEKE NÛ   Çinar, got ku piraniya amadekariyên Konferansa Meclisa Jinan a HDK’ê qediya ne û wiha derbirî: “Bi vê konferansê re dê di têkoşînan de nexşeyeke nû were diyarkirin. Meclisên me yên jinan ava bûn lê ne di asta em dixwazin de ne. Em hedef dikin ku îcar di meclisên bajaran de meclisên jin xurtir bikin. Hedefa me ew e ku nêrîna têkildarî jinê ne tenê li ser koordînasyona jinê, divê ev feraset li navçe û taxan jî were pêşxistin. Her wiha rojeva aştiyê. Yên ku polîtîkayên şer diyar dikin û pêk tînin jî aqilê serdest ê mêr e. Di şerê taybet de herî zêde zirar digihije jinan. Em jin di vê serdemê de li ser mijara ‘gelo em ê çawa bikarin aştiyê ava bikin’ sekinîn û ji bo pirsgirêkên jin di şer de dijîn, birçîtî û xizaniyê me nexşeyek diyar kir.”    ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER KEVIN’   Çinar, axaftina xwe wiha qedand: “Lewma ev konferans girîng e. Ji ber ku me jinan tu caran hêviya xwe winda nekir û me dirûşma xwe jî li gorî wê diyar kir. Bi dirûşma ‘Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin’ re em ê di 2’yê mijdarê de di Konferansa Jinan de bên gel hev. Lewma em banga tevlibûnê li hemû jinan dikin.”    MA / Îbrahîm Irmak