Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike 2024-10-31 11:12:15   AMED - Lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika "Çalakiya Malçêkirî" re xwe ji bo Rojên Şanoya Jinan amade dikin.    Lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika "Çalakiya Malçêkirî" ku wergerandine kurdî, amadekariyên Rojên Şanoya Jinê dikin. Lîstika ku ji hêla Şenay Tanrivermîş ve hatiye nivîsandin ji hêla komeke lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar ve bi kurdî hate amadekirin. Derhêneriya lîstikê Elvan Koçer dike û Nûrşen Adiguzel, Rêzan Kaya, Perînaz Delazy û Zeycan Ateş dilîzin.    DERHEQÊ LÎSTIKÊ DE   Lîstik, çîroka sê jinan vedibêje ku dema hewcehî bi kirina tu tiştekî nedîtin jî ji bo qêrîna di dilê xwe de nîşan bidin û ji bo lidarxistina çalakiyan li malê civiyayîn vedibêje. Ev jinên ji çîna navîn, bertekên xwe yên li dijî cînayetên jinan û tundiya zilaman vediguherin serhildanê, biryara protestoyê didin û ji bo cîbicîkirina armancên xwe li gorî modêla malê dicivin. Lîstik, trajediya mirovên serdema me vedibêje.    PROMIYERA WÊ DI 5’Ê MIJDARÊ DE YE   Promiyera lîstikê dê di 5’ê mijdarê saet di 19.30’ê de li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê were dayin.    ‘ME SÊ JINÊN KURD ÊN JI ÇÎNA NAVÎN VEGOT’    Derhênera lîstikê Elvan Koçer têkildarî lîstikê axivî û wiha got: “Me lîstika xwe bi xebata komê amade kir. Ji tekstan heta rejî û hwd. me ne tenê bi lîstikvanan re, her wiha bi hevalên jin ên din re jî amade kir. Me bi hev re nîqaş kirin, prova kirin û anîn astekê. Ji bo koma me dibe lîstika ewil a jinan. Em dikarin bibêjin ev destpêkeke. Bi salan me xeyala vê dikir. Dema em li koma me ya şanoyê dinêrin, koma jinan ji ya mêran xurtir e. Tevahiya xebatên şanoyê jin dimeşînin. Ev destpêk dê bi xwe re lîstikên din jî bîne.”    Koçer, got ku wan tekst veguherandine û li gorî xwe amade kirine. Koçer, wiha pê de çû: “Em sê jinên kurd ên ji çîna navîn ku ji hêla zilamên cuda ve di malê de hatine hefskirin, vedibêjin. Li dijî bûyerên civakî jî êdî bêbertek mane. Lewma me jê re got ‘Çalakiya Malçêkirî.’ Anku di nava malê de tên gel hev û li gorî xwe çalakiyan li dar dixin. Ê bêguman ev çalakî jî gelek bibandor nînin. Tevî ku li malê ne jî ditirsin û wisa dikin. Haya kesekî jê nîne, her sê tên gel hev û bi dilrehetî dikin.”    ‘GIRÎNGE KU MIROV TÊGEHIŞTINEKÊ PÊŞ BIXE’    Lîstikvan Rêzan Kaya jî destnîşan kir ku ev karekterên di bin zexta estetîkê de zêde xemsar nînin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin li dijî dengên ji derve bertekekê nîşan bidin. Lê ji ber ku ji çîna navînin, tiştên ku winda bikin zêde ne. Malên wan ên xweşik, wesayîtên xweşik, her tiştê wan pir xweşik e û naxwazin winda bikin.”   Nûrşen Adiguzel jî got ku ji rejiyê heta derhêner û herka lîstikê temamiya lîstikê ji jinan pêk tê û wiha got: “Ev lîstik tiştekî yekemîn e lewma em bi kelecan in. Heke em bikarin bi vê lîstikê hinek tiştan bidin avakirin û heke em bikarin têgehiştinekê pêş bixin, wê demê em ê bigihijin armanca xwe.”    ‘JIN AYDÊ KU DERÊ NE?’   Perînaz Delazy jî got ku her sê jin jî nûnertiya jinên di nava civakê de dikin û wiha nirxand: “Hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla karekterê ve hatine yektîpkirin. Diyalektîkeke hundir û derve heye. Hundirek heye, jinên ku her tim bi israr naxwazin bibînin hene; li hêla din jinên derve hene ku bertekê nîşanî vê didin. Malên wan ên konfora wan xweş, germ û bi çîçek û hwd. a ji hêla zilaman ve hatiye avakirin heye. Gelo ev jin aydê ku derê ne? Hem xwe têkildarî malê amade dikin hem jî têkildarî çalakî û gotinan. Heta dirûşma wan jî ‘Na ji girtîgehên bi tîpa malê re’ ye. Lê lîstik vediguhere cihekî wisa ku neçar dimînin bi derve re rû bi rû bimînin.”    Zeycan Ateş a ku di lîstikê de jina çalakvan dilîze jî wiha got: “Jinên ku ji hêla zilaman ve hatine têkbirin û ji hêla zilaman ve di hundirê malan de hatine hefsîkirin û rizgarkirina wan jinan tê vegotin. Jin di navbera derketin û nederketinê de dudil dimînin. Di lîstikê de fîgureke eynikê heye ku zilam temsîl dike. Car bi car dengekî zilaman tê bihîstin ku nefesa wî li ser serê xwe hîs dikin. Ew, nefesa zextê ye.”    Çalakîya Malçêkirî dê di tevahiya sezonê de bi awayeke dorveger li ser dikê were nîşandan û dê turneyên lîstikê bên lidarxistin.