Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne 2024-11-01 13:20:03   SÊRT - Di encamnameya komxebata “Alim, Dayik, Pîran” de hat xwestin ku dewlet bêqeyd û şert destê xwe ji baweriyan bikişîne.    Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê cotmehê de li Sêrtê bi sernavê “Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran” li dar xist. Encamnameya hevdîtinê hate eşkerekirin. Di danezanê de hate gotin ku di komxebatê de serenavên weke şikandina bandora hegemonyaya dewletê ya li ser baweriyan, jiholêrakirina pêşdaraziyên di navbera civakên baweriyê yên elewî û sunnî de, danîna pêwendiyên xurt ên di navbera dînamîkên civakên sunnî û elewiyan de û afirandina ziman û pratîkeke hevpar hatine nîqaşkirin. Bi domdarî hat destnîşankirin ku piştî Sêrtê dê civîna duyemîn li Dêrsimê were lidarxistin.    Di danezanê de nirxandin û pêşniyarên derketine pêş wiha hatin rêzkirin:    “* Pêvajoyên şer ên li erdnîgariya em lê dijîn û şerê hegemonyayê yên hêzên cuda dikin, rê li ber vedikin ku gelên cuda yên li herêmê, derdorên bawerî û civakî ji hev cuda bibin û wan ji hev dûr dixin. Weke kesên li vê erdnîgariyê dijîn; em bi zext, komkujî, tunehesibandin, cihêkarî û xizaniyê re rû bi rû ne. Nîfaqê dixin navbera gelên me, şer tê sorkirin û bi vê yekê re jî armanca esasî ya serdestan tê veşartin.    * Rola ku dê gelên me, komên me yên bawerî û olî û dînamîkên cuda yên civakî ya di vê serdemê de bilîzin pir girîng e. Her gotineke rêberên baweriyan, zana û alim ên têkildarî aştiya civakî, hiqûqa xwişk-biratiyê û qebûlkirina hevdû dê xwedî bandoreke mezin bin. Di heman demê de, di mijara pêşîlêgirtina dabeşkirinê û çareserkirina pirsgirêkên civakî de rêberên baweriyan aktorên girîng in û em di ferqa berpirsyartiya xwe ya dîrokî de ne.    * Di vê çarçoveyê de, armanca civîna me ew nîne ku siyaset an jî nêrînên komeke cuda ferz bikin. Ji bo bingehekê ji çareseriya pirsgirêkên roj bi roj kûrtir dibin re ava bikin û em di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên dîrokî de tevdigerin.    BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNA HEVPAR   * Weke di her qadê de, mudaxileya dewletê ya li dijî qada bawerî/olê jî berdewam e; bi nêzikatiyeke yekperest hewl dide baweriyan bixe bin serdestiya xwe. Bi destê Serokatiya Karên Diyanetê mudaxileyî civaka sunnî dike, bi rêya Serokatiya Elewî Bektaşî Çand û Cemxaneyan jî hewl didin teşe didin civaka elewî ku heta niha jî hebûna wan dihat redkirin. Herî dawî bi destê vê saziyê li Dêrsimê sempozyumek hat lidarxistin û ev yek weke projeya pişaftin û êrişê ya li dijî ziman, çand û baweriya me hatiye nirxandin. Di dawiya dawî de ev sazî, ne li gorî pêdiviyên civakê de lê li gorî daxwazên dewlet û îktîdara siyasî tevgeriyane. Bi vê sedemê jî divê di çarçoveya mafê azadiya baweriyan û naskirinê de dawî li tehekûma van saziyan were anîn. Divê dewlet bêqeyd û bêşert destê xwe ji baweriyan bikişîne.    * Li erdnîgariya me gel, bawerî û olên cuda dijîn; em di wê ferqê de ne ku nêrînên cuda, herêm û cihên xweser hene. Ev cudahî tevek ji bo me cihê rêzgirtinê ne û rêzê heq dikin û nabin mijara nîqaşê. Em mecbûr nînin bişibin hev û rastiyên xwe bidin qebûlkirin. Tişta ji bo me pêwîst ew e ku em hev nas bikin û ji hev fêm bikin. Lewma jî li dijî ferasta îktîdara yekperest a civaka me li gorî cudahiyan ji hev dabeş dike, berê wan dide hev, li dijî hev sor dike; baweriya me, çanda me, ziman, nasname, kevneşopî û şêweyê jiyanên me tune dihesibîne divê em zemîna têkoşîna hevpar ava bikin û ev erka me ye.    PIRSGIRÊKA KURD   * Weke nûnerên kom û avadaniyên bawerî/olî; ji bo tunekirina pêşdaraziyên me yên di nava herka dîrokê de li dijî hev çêbûn, ji bo sererastkirina zimanê nebaş, ji bo xebatên hevpar bên meşandin, ji bo avakirina ziman û pratîkên hevpar, ji bo avakirina feraseteke li ser bingeheke wijdanî û exlaqî, ji bo di çareseriya pirsgirêkên civakî de zimaneke hevpar were avakirin; divê feraseta cudakariyê dike, tune dihesibîne, dişibîne xwe û bêrêziyê li hemberî cudahiyan dike were mehkûmkirin, divê li dijî îktîdara ku dixwaze baweriyên me bi qurbanî rojeva xwe ya polîtîk bike helwestekî xurt were nîşandan, li dijî hemû êriş, tundî, gotinên nefretê û hemû hewldanên biçûkxistinê yên li dijî bawerî û civakên me divê têkoşîn û piştevaniya hevpar were xurtkirin, ji bo pêşî li talankirina xwezayê were girtin, dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan were û sepanên tecrîdê bi dawî bibin, ji bo avakirina hewayeke aştiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizaniyê û pirsgirêkên civakî divê yekitiyên hêj her demê bêhtir bên avakirin, ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin weke rêberên olî em ji bo hewldanan îradeyê nîşan didin.    * Tevî hemû hewldanên jihevdabeşkirinê yên îktîdarê jî derfetên me yên pir zêde hene ku em bêyî baweriyên xwe bikin mijara nîqaşê, li ser bingeha hezkirin û dostaniyê bi hev re bin.”