Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin 2024-11-02 13:23:07   SEMSÛR - Li bajarokê Komirê yê Semsûrê 1’emîn Mihrîcana Zarok û Ciwanan bi coşekê dest pê kir.    Li bajarokê Komir ê Semsûrê di pêşengtiya Komeleya Pêşî Zarok de 1’emîn Mihrîcana Zarok û Ciwanan dest pê kir. Vekirina mihrîcana ku dê 2 rojan berdewam bike li qada ku Navenda Çand û Hunerê ya Komirê lê ye hate kirin. Qada mihrîcanê bi balonên rengîn hate xemilandin. Her wiha berhemên ku zarokên li navenda çandê perwerde dibin xêz kirine li qadê hatin daliqandin. Zarok Tv, Şanoya Bajêr a Amedê, Ma Musîc Center, Şaredariya Komirê û Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê û gelek kes tev li vekirina mihrîcanê bûn.    AKTÎVÎTEYEKE RENGÎN    Seroka Komeleya Pêşî Zarok Meryem Ozdemîr a di vekirina mihrîcanê de axivî, bal kişand ser navenda çandê û pêvajoya têkildarî lidarxistina mihrîcanê û wiha got: “Em bi kedeke mezin hatin vir. Me gelek piştgirî wergirtin. Gelek zehmetî kişandin lê em bi ser ketin. Em spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku piştgiriya me kirin re dikin. Di çarçoveya mihrîcanê de gelek bername hene û hemû jî bikeyf in. Du roj dê têr û tejî derbas bibin. Em ji niha û şunde jî atolyeyan li dar bixin.”   Şaredarê Komirê Hasarî Telaş jî wiha got: “Em îro bi keyfxweş û kelecan in. Em ê her tim li cem zarokan bin. Mihrîcana me li herkesê pîroz be. Em spasiyên xwe pêşkeşî kesên ku keda wan di Navenda Çand û Hunerê de derbas bûne dikin.”    Ji Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê Selen Akça, da zanîn ku gelek kesan tevkarî li bicihanîna projeyê kirine û spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin.    Di vekirinê de xwendekarên navenda hunerê semah gerandin. Performansa zarokan hate ecibandin û beşdarvanan di demekî dirêj li ser piyan li çepikan dan. Pişt re ji aliyê Polen Kolektîfê ve “Atolyeya li ser şopa Polock” hate lidarxistin. Li atolyeyan zarokan dar çandin û wêne xêzkirin.    Xebatkarên Zarok Tv’yê jî atolyeya boyaxkirinê kirin. Rûyên zarokên tev li atolyeyê bûn bi boyaxên rengîn şibandin karakterên xêzefilman. Pişt re zarokan li gel stranên kurdî govend gerandin.