Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide 2024-11-04 17:07:03   ÊLIH - Xelkê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm li ber xwe dide. Polîsan êrişî gel kirin.     Li Êlihê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm dest pê kirin. Welatî li gelek deverên bajar hatin gel hev û dirûşmên “Dizek AKP”, “Dê roj were, dewran dê biguhere, AKP dê hesabê bide gel” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Navenda protestoyan jî pêşiya şaredariya hatiye dorpêçkirin e. Gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Polîsan bi ava şid û guleyên plastîk êrişî girseya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de bûn kirin. Girseyê li dijî êrişê li ber xwe da û hinek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.    Beşekê girseyê bi dirûşman ber bi avahiya rêxistina DEM Partiyê ve dest bi meşê kir. Hinek welatî jî li deverên cuda yên bajar dest bi çalakiyên protestoyî kirin.