Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin 2024-11-06 08:16:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên DYA’yê, Donald Trump 230 delege û Kamala Harris 205 delege bi dest xist. Ji namzetan yek jê divê herî kêm 270 delegeyan bi dest bixe.  Li DYA’yê bi milyonan kes çûn ser sindoqê û dengên xwe dan namzeta Demokratan Kamala Harris û namzetê Komarparêzan Donald Trump. Li gorî encamên nefermî, li 50 eyaletan di 24’an de Trump bû yekemîn. Trump heta niha 230 delege bi dest xistiye. Harrîs jî li 15 eyaletan û li herêma Washington D.C’ê bi ser ket û niha 205 delege bi dest xistiye.    Eyaletên Trump lê bi ser ketî ev in: West Virginia, Tennessee, South Carolina, Oklahoma, Mississippi, Kentucky, Indiana, Florida, Alabama, Arkansas, Louisiana, North Dakota, Wyoming, Nebraska, South Dakota, Ohio, Teksas, Missouri, Utah, Montana, Kansas, Iowa, Idaho, North Carolina   Eyaletên Harris bi ser ketî: Vermont, Connecticut, Massachusetts, Maryland, Rhode Island, New Jersey, Delaware, Illinois, New York, Colarado, California, Oregon, Washington, New Mexico, eyaletên Virginiayê û herêma Washington D.C.    Ji bo serokatiyê divê ji namzetan yek jê herî kêm 270 delegeyan bi dest bixe.