Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne 2024-11-06 09:15:44 STENBOL - Birayê mezin ê Ferhat Tufencî yê tevî 3 girtiyan li Girtîgeha Sîncanê li dijî binpêkirina mafan 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, Fatîh Tufencî, diyar kir ku ew ji jiyana girtiyên ku her diçe zihîf dibin bi fikar in.   Ferhat Tufencî yê ku di 19'ê Adara 2019'an de li navçeya Esenyûrta Stenbolê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 35'an a Edliyeya Stenbolê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, 13 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Tufenci 2 sal berê ji Girtîgeha Marmara (Silivriyê) sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin. Tufencî ku li Sîncana ku sewqî wê hat kirin bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimîne û tevî Fîkret Yîgît, Tahsîn Ozyildiz û Mazlûm Bataray ên bi heman binpêkirinan re rû bi rû dimînin re bi greva birçîbûnê kir.    Birayê mezin ê Ferhat Tufencî, Fatîh Tufencî, xwest ku daxwaza girtiyan a ji bo bidawîkirina binpêkirinan bê qebûlkirin.   Tufencî anî ziman ku birayê wî piştî ku çûye Girtîgeha Sîncanê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve di hucreya yekkesî de hatiye girtin û wiha got: "Li wir salek di hucreya yekkesî de ma. Niha li cem hevalekî xwe dimîne. Li wir rastî binpêkirina mafan tê. Sewqkirina nexweşxaneyê tê astengkirin. Camên qawîşan bi têlan hatine girtin. Ji aliyê karmendên girtîgehê ve tim rastî tundiya derûnî tên."    'PIR ZEÎF BÛNE'   Tufencî bal kişand ser zextên li ser birayê wî û hevalên wî û wiha got: "Ferhat Tufencî, Fîkret Yîgît, Tahsîn Ozyildiz û Mazlûm Bataray 54 roj in ji ber zextên rêveberiya girtîgehê û desteserkirina mafan di greva birçîbûnê de ne. Ez nizanim ji bo grevê çi zexîre didin wan. Lê dixwazim balê bikişînim ser vê; di demeke kurt de pir zihîf bûne. Nêzî 13, 15, 17 kîlo zihîf bûne. Greva birçîbûnê hê jî didome."    'HER 4 GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎNÊ DE NEXWEŞ IN'   Tufencî diyar kir ku her 4 girtiyên di greva birçîbûnê de ne nexweş in û wiha got: "Birayê min Ferhat Tufencî di serê wî de kîst heye û di stûyê wî de fitiq heye. Ji bo vê pêwîstiya wî bi emeliyatê heye. Ji roja çûye heta niha sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Ji ber ku di dema xwe de tedawî nabe tûşî nexweşiyên giran dibe".    DAXWAZÊN GIRTIYAN   Tufencî bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: “Daxwazên wan çalakiyên li girtîgehê ne ku mafê her girtiyî ne, sûdwergirtina ji pirtûkxaneyê ye, di wextê xwe de sewqkirina nexweşxaneyê ye û her wiha dixwazin her 4 girtî karibin pêwendiyê bi hev re deynin. Di kes li kêleka hev in û 2 kesên din jî di hucreyên cuda de tên girtin."   BANGAWAZÎ   Tufencî anî ziman ku ew ji raya giştî hêvî dikin ku hesasiyetekê nîşan bidin û wiha got: "Birayê min Ferhat û 3 hevalên wî yên li wir li Girtîgeha Sîncanê rastî tundiya derûnî û zextên giran tên. Tevî vê yekê jî di greva birçîbûnê de ne. Ev demek e em ji tenduristiya wan bi fikar in. Em daxwaz dikin ku vê rewşê bixin rojeva xwe, bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin û bigihên encamekê."   MA / Omer Îbrahîmoglû