Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne 2024-11-06 10:05:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta tirk bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dikare pirsgirêka kurd çareser bike û got: "Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne." Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de ne nirxand.    Nirxandina Besê Hozat wiha ye:    "Di encama têkoşîneke mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir. Bêguman ev hevdîtineke malbatê bû. Beriya wê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo hin agahî li nava raya giştî hatin belavkirin.   MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD RÊBER APO YE   Weke ku min beriya niha jî got, rewşeke bi vî rengî hate amadekirin. Piştre jî ji bo gel ranebe serhildanê, tênekoşe hevdîtineke bi vî rengî xistin rojevê. Ji xwe êriş hene, êriş giran bûne. Em ê vê jî binirxînin. Bi Şaredariya Esenyûrtê destpê kir. Niha jî qeyim danîn ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Êrişa li ser TUSAŞ'ê ji xwe re kir hincet û êrişî binesaziya Rojava dike. Êrişên qirkirinê bi rengekî giran li ser Rojava hatin kirin û dewam dikin.   Rêber Apo helwesta xwe nîşan da. Anî ziman ku tecrîd dewam dike. Sekna xwe jî bi şênberî nîşan da. Got, 'Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim. Hêza min ji bo vê yekê heye. Dikarim di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bi roleke xurt rabim. Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê dikarim wezîfeya xwe, rola xwe bi cih bînim. Dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê bikim. Dixwazim xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê, ji komara demokratîk, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bikim. Di vê mijarê de dixwazim bi rola xwe rabim. Di vê mijarê de hêza min a teorîk û pratîkî heye' û nêzîkatiya xwe nîşan da.   Muxatabê pirsgirêka kurd Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo tevgera me, ji bo gelê me muzakerevanê sereke ye. Îradeya gelê me temsîl dike. Rêberê gelê me, gelên me ye. Rêberê azadiyê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muxatabgirtina Rêber Apo divê bê çareserkirin. Rêber Apo ji danûstandinan re amade ye. Ev yek bi şênberî careke din ji raya giştî re eşkere kir. Sekn û helwesta xwe careke din nîşan da.   Eger dewlet wê di vê mijarê de gavê biavêje, pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser bike, Tirkiyeyê ji felaketeke mezin rizgar bike, nehêle Tirkiye wergere û bikeve nava dohejê, eger wê Tirkiyeyê ji şewatê rizgar bike, vê yekê dikare bi Rêber Apo re bike. Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne. Weke tevger em ê nêzîkatî û çareseriya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Em tevgereke welê ne ku li gorî ferman û perspektîfên Rêber Apo tevdigerin.    DEWLETA TIRK LI PEY LÎSTIKAN E   Yanî pirsgirêk dewlet bi xwe ye. Dewleta Tirk li pey lîstikan e. Bi dek û dolaban hewl dide Kurdan bixapîne, di vê pêvajoya zehmet de bi zerareke kêm xwe rizgar bike. Hesabê vê desthilatdariyê ev e. Derdê vê desthilatdariyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîne, derdê wê dmeokratîkbûna Tirkiyeyê nîne. Derdê wê jiyana bi hev re ya gelan nîne. Bi vê re eleqedar nabe. Derdê wê ev nîne. Derdê wê desthilatdariya wê ye. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Derdê wê dewamiya desthilatdariyê ye. Di vê mijarê de divê gelê me nekeve nava lîstikê. Divê nekeve nava bendewariyên cuda, gelê me jî, raya giştî ya demokratîk jî divê nekevin nava bendewariyên ne di cih de ne. Divê em bi vê zanibin, ev desthilatdarî li pey lîstikê ye. Li pey xapandinê ye. Lewma hewl dide hêza berxwedanê û îradeya gel bişikîne, bê bandor bike. Armanca xwe ev e.   Ji ber vê yekê divê pêngava azadiyê ya navneteweyî neyê sistkirin. Divê pêngava azadiyê ya navneteweyî hîn bêhtir bê mezinkirin û bi xurtî dewam bike. Eger îro dewlet neçar ma ku bihêle Omer Ocalan Rêbertî bibîne û di vê mijarê de hinekî sistbûn hebe, armanc ji vê yekê weke ku min got, hewldana ji bo rizgariya ji rewşa heyî ye, manewrayên taktîkî ye.   BERXWEDANA CIVAKÎ DIVÊ LI HER DERÊ BÊ KIRIN   Di vir de hêza xurt a pêngava azadiyê ya navneteweyî diyarker e. Teqez bi vî rengî ye. Bandora mezin a berxwedana gelê me heye. Bandoreke gelekî mezin a berxwedana gerîla heye. Bandoreke gelekî mezin a tevgera jinê, berxwedana jinan, berxwedana ciwanan heye. Ev berxwedan, ev têkoşîn hemû, asta azadiyê ya pêngavê rewşeke bi vî rengî afirand. Divê em vê yekê bibîne. Ji ber vê jî pêngava azadiyê ya navneteweyî divê hîn bi xurtî dewam bike. Berxwedana civakî divê li her derê bê kirin û bi rengekî mezin dewam bike.   Di heman demê de jin û ciwan divê bi xurtî pêşengiyê ji vê berxwedana civakî re bikin. Jin û ciwan divê bi rengekî gelekî xurt pêşengiyê ji vê seferberiyê re bikin. Heta ku encamê werbigire. Heta ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ji xwe dema ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bû wê pirsgirêka Kurd jî bi rengekî demokratîk çareser bibe. Tirkiye jî wê demokratîk bibe. Demokrasî wê bê herêmê. Gel wê azad bibe. Mifte azadiya Rêber Apo ye.   DIXWAZIN QIRKIRINA KURDAN TEMAM BIKIN   Rewşeke trajîkomîk heye. Weke ku qalê tê kirin, pêvajoyeke çareseriyê nîne. Ev dewlet jî xwedî îradeyeke çareseriyê nîne. Di mejiyê xwe de guhertinek nîne. Di polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî de guhertinek nîne. Berevajî guhertinê, di rewşa heyî de, mejiyê heyî yê dewletê, AKP ku vê dewletê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku rêveber e, hemû derfetên xwe seferber dike û dixwaze polîtîkaya qirkirina Kurdan a sed salî bibe encamê, temam bike.   Ev yek eşkere ye, li vê yekê mikur hatin. Lewma li holê mejiyekî çareseriyê yê vê dewletê, vê hikumetê, vê desthilatdariyê nîne, îradeyeke xwe ya çareseriyê nîne. Ya heyî polîtîkaya qirkirinê ye ku dewam dike. Ji bo vê polîtîkaya qirkirinê bi ser bixîne serî li rê û rêbazên şerê taybet û lîstikan dide. Divê ev pêvajo bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin. Li holê şerekî giran ê taybet heye.   Bi gelek lîstik, hîle, taktîk û manewrayan vî şerê taybet dimeşîne. Yanî divê em bi vî rengî bibînin. Di vê demê de çima gotinên bi vî rengî kirin? Ez ji vê yekê re nabêjim guhertina gotinê. Li holê guhertinek bi rastî nîne. Lîstikek, lîstika şerê taybet heye.   Çima gotinên bi vî rengî kirin? Divê ev gotin li gorî bûyerên li herêmê diqewimin bê nirxandin.   Herêm di pêvajoyeke gelekî cidî re derbas dibe. Bûyerên cidî hene. Li herêmê nexşe têne guhertin. Sînorên li herêmê têne guhertin. Li herêmê rewşeke cuda derdikeve holê. Li herêmê li ser bingeha berjewnediyên Îsraîlê, li ser bingeha pêkanîna ewlehiya Îsraîlê, li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Lewma her cûre derfet pêşkêşî Îsraîlê tê kirin, piştgirî jê re tê dayin. Îsraîl niha li herêmê şerekî emperyalîzmê yê mezin dimeşîne. Bi heman rengî NATO her cûre piştgiriyê dide dewleta Tirk. DYE her cûre piştgiriyê dide. Polîtîkayeke bi heman rengî ji aliyê dewleta Tirk ve di bi navê neo-Osmanî de li herêmê weke polîtîkayeke dagirkeriyê tê meşandin. Dewleta Tirk polîtîkayeke emperyal dimeşîne. Îsraîl û dewleta Tirk niha li herêmê polîtîkayên dişibin hev dimeşînin. Di nava hevrikiyeke gelekî cidî de ne.   TIRKIYE DI NAVA TIRS Û FIKAREKE MEZIN DE YE   Her dewletek bi piştgiriya ji NATO, Amerîka û Îngilistanê hewl dide hegemonya xwe li ser herêmê ava bike. Lê belê niha rewş bi vî rengî ye. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi piştgiriya Îsraîl, Emerîka, Îngilistan û dewletên Rojavayî bi pêşengiya Îsraîlê tê meşandin, konsepta li ser herêmê di rewşa heyî de ji gelek aliyan ve Tirkiyeyê li derve dihêle. Gelek peymanên enerjiyê hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma. Ji Hindistanê heta bi Derya Spî û Ewropayê li gelek herêman peyman hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma.   Tirkiye ji vê yekê gelekî bi fikar e. Di nava tirs û fikareke mezin de ye. Polîtîka û stratejiya heyî ya li herêmê tê meşandin, biçûkbûna netewe dewletên li herêmê jî bi xwe re tîne. Dewleta Tirk niha di nava panîk û tirsa vê yekê de ye. Hewl dide Kurdan bixapîne, bê têkoşîn bihêle, bê bandor bike, muxalefeta li Tirkiyeyê bê bandor bihêle, bi vî rengî her kesî li kêleka xwe bi cih bike û ji tengaviyê bi zerareke kêm rizgar bibe. Hewl dide xwe rizgar bike. Dixwaze vê yekê jî bi şerê taybet, bi xapandinê, bi dek û dolaban bike. Lê belê nekarî vê bi demdirêjî bike. Çalakiya TUSAŞ'ê maskeya li ber rûyê wan yekser anî xwarê. Rûyê wan ê rast nîşan da.   ÊRIŞÊN LI SER ROJAVAYÊ KURDISTANÊ   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê berdewam bikin. Niha dewleta Tirk hesabê vê yekê dike. Îsraîl ket Lubnanê. Wê bikeve Sûriyeyê jî. Dema Îsraîl bikeve Sûriyeyê, Tirkiyeyê jî dibêje ez ê bikevim Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiye dibêje bi hêviya wê derfetê ez dikarim dest bi tevgereke mezin bikim. Kes ji min re tiştekî nabêje. Ev hemû êriş amadekariyên wî ne. Divê em vê jî bibînin."