Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê 2024-11-07 08:43:53 AMED - Yekemîn danişîna doza qetilkirina Narîn Guran îro tê lidarxistin û bersûcên girtî anîn edliyeyê.  Danişîna yekemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Beriya danişîna dozê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hatin girtin. Li edliyeyê tevdîrên ewlehiyê yên zêde hatine girtin û bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar anîn edliyeyê. Her çar bersûc jî ji ber sûcê “Hevkariya hev kirine û zarok bi qesdî kuştine” bi cezayê muebbeta giran tên darizandin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku dadgehê ji bo bav Arîf Guran weke “gilîker” û 21 kesên din jî weke “şahid” tev li dozê bibin biryara “anîna bi darê zorê” dabû.    Danişîn dê saet di 09.00’ê de dest pê bike. Tora Xebatên Zarokan a Amedê dê beriya danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide.