Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin 2024-11-07 09:16:22 AMED - Serokê TOD-DER Mûrat Kan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û hawirdoreke çareseriyê bê afirandin. Nûnerên saziyên sivîl ên Amedê Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê (TOD-DER) ava kirin. Armanca komeleyê ew e ku ji heq pevçûn û krîzan bê derketin û nasnameyên cuda hev du nas bikin û pêwendiyê bi hev re deynin.    Serokê TOD-DER'ê Mûrat Kan, armancên komeleyê û gengeşeyên li ser pirsgirêka kurd nirxandin û diyar kir ku komele wekî rengvedana rastiya erdnîgariyê hatiye avakirin. Kan anî ziman ku şer û tundî herî zêde bandorê li civakê bi xwe dike û got ku Di van şert û mercên ku di civakê de travmayên mein çêdibin de, ew wekî ku komeleyeke ku di warê aştiya civakî de pêwendyê bi hemû saziyên sicîl re deynin û bi aqilekî hevpar pirsgirêkan çareser bikin hatine avakirin.    Kan destnîşan kir ku pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêka sereke ya herêmê ye û got ku ji aliyekî ve gengeşeyên aştiyê û li aliyê din jî tayînkirina qeyûman li şaredariyan wekî şert û mercên ku aştiya civakî asteng dike nirxand. Kan bal kişand ku ji bo aştiya civakî divê çi bê kirin û got: "Ev civak çi dixwaze? Pêwîstiya vê civakê bi çi heye?" Kan bi bîr xist ku bilêvkirina aştiyê jî di civakê de hêviyê çêdike û got: "Di van şert û mercên ku pêwîstiya gel bi aştiyê heye û gel xwedî daxwazên aştiyane ye, li şûna ku bibin dengê civakê, radibin qeyûm tayinî şaredariyan dikin. Mirov dikare tayinkirina qeyûman wekî sekteya li aştiya civakî tê xistin şîrove bike."    'DIVÊ HEVDÎTIN BI ABDULLAH OCALAN RE BÊ KIRIN'   Kan li ser gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd got ku ji bo çareseriya pirsgirêkê divê bi birêz Abdullah Ocalan re ku muxatabê pirsgirêkê ye muzakere bê kirin.    'DIVÊ DAXWAZÊN GELÊ KURD LI BER ÇAVAN BÊN GIRTIN'   Kan diyar kir ku tu kes jixweber nikare aştiyê bîne û nikare aştiyê diyar bke û got ku ji bo aştiya civakî divê civak hewlên cidî bide û ji bo aştiyê têbikoşe. Kan anî ziman ku ji bo di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin ew wekî komele hatin avakirin û got: "Di vî warî de divê civak û gelê me hêz û piştgiriyê bide me û bi pêşxistina çanda gelan re xebatên ji bo aştiya civakî bên zêdekirin. Ji bo vê yekê divê beriya her tiştî rastiya heyî ya mejiyê siyasî li ber çavan bê girtin."    MA / Mujdat Can