Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir 2024-11-07 15:58:49 ÊLIH - Polîsan êrişî girseya li dijî qeyûm nobet digirt kir. Li ser vê yekê xelkê Êlihê jî li dest bi berxwedanê kir.  Polîsan li pêşiya Şaredariya Êlihê bi gaza îsotê û ava şid êrişî çalakvanên li dijî qeyûm di nobetê de kirin. Ciwanan jî li dijî êrişa polîsan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Piştî êrişa polîsan, girseyê li ser Cadeyên Komando û Gulistanê dest bi berxwedanê kirin. Komeke qelebalix jî li Xaçerêya Basinê li dijî êrişan li ber xwe dide.    Berxwedana gel li gelek deverên bajar belav bû û hêj didome.