Derheqê tundiya polîsan de gilî hate kirin 2024-11-07 16:11:09   ENQERE - DEM Partiyê ji ber îşkenceya di dema çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûman de li welatiyan hatiye kirin, giliyê polîsan kir.    Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê, ji ber îşkenceya li Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û welatiyan hatiye kirin, gilî kir. Komîsyonê serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û cih da delîlên îşkenceya hatiye kirin.    SERLÊDANA SÛC   Di serlêdanê de hate xwestin ku ji Wezareta Karên Hundir û Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê re muzekere were nivîsandin û hat xwestin ku polîsên îşkence kirin bên tespîtkirin. Bi domdarî hat xwestin ku faîlên îşkenceyê bên tespîtkirin û cezakirin.