Der barê girtiya ku li ber lêgerîna tazî rabû lêpirsîn hat destpêkirin 2024-11-08 09:01:13   ENQERE - Der barê Aynûr Aşanê de ku ji ber Doza Kobanê girtî ye, li girtîgeha ku bi darê zorê sewqî wê hat kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.    Girtî Aynur Aşan a ji Doza Kobanê dihat darizandin, lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Aşan dema li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî bû, ji ber ku nikaribû bi dayika xwe ya nexweş re hevdîtinê bike, ji rêveberiya girtîgehê xwest ku wê sewqî girtîgeha navçeya Tarsûsa Mêrsînê bikin. Lê Aşanê diyar kir ku di 19'ê Cotmehê de bi zorê ji girtîgehê hatiye derxistin û bêyî ku haya wê jê hebe wê dibin ku derê, ew birine Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Antalyayê.   Aşan a ku di 25'ê Cotmehê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.   JI BER KU ÎTIRAZ KIR LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN   Aşan a niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê ye û di 25'ê Cotmehê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ji ber dayika wê ya nexweş nikare were Enqereyê ji bo sewqî navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê bê kirin daxwazname nivîsandiye, lê di 19'ê Cotmehê de bi darê zorê ew ji girtîgehê derxistine û bêyî haya wê jê hebe wê dibin ku, ew birine girtîgeheke din.   Aşanê diyar kir ku ji ber nexwestiye lêgerîna tazî lê bê kirin ji aliyê gardiyanan ve hatiye tehdîtkirin û li odeya ku nêzî saetekê lê hatiye girtin nexweş ketiye, lê ew ji odeyê dernexistine. Aşanê ragihand ku piştî demekê ew birine Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê û serlêdana wê ya ji bo Tarsûsê esas nehatiye girtin. Aşanê da zanîn ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye der barê wê de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.   Serokwekîlên Komê yên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî yên têkildarî mijarê pêşniyazpirs dan Serokatiya Meclisê, bertek nîşanî vê dan. Di pêşniyazpirsê de hat pirsîn ku gardiyanên lêgerîna tazî ferz kirine hatine tespîtkirin yan na, der barê wan de lêpirsîneke îdarî û edlî hatiye destpêkirin yan na û sedema lêpirsînê hat pirsîn.    Endamên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan, Kamûran Tanhan û Bêrîtan Guneş Altin jî serî li ÎHÎK'ê dan. Di serlêdanê de îşaret bi mewzûata der barê lêgerînê de hat kirin û hat destnîşankirin ku mewzûat bi awayekî keyfî hatiye amadekirin.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her çendî li dijî helwesta keyfî ya rêveberiyê divê şert û mercên hişk û tund bên danîn, lê belê di vî warî de tu sererastkirinek nîne.   MA / Mehmet Aslan