Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike 2024-11-08 09:11:48   ÊLIH - Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku kesên tevlî çalakiya protestokirina qeyûm bûne bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" navnîşana çareseriyê nîşan dane û got: "Divê hikûmet vê peyamê baş bigire."   Piştî Şaredariya Esenyûrtê, Wezareta Karên Navxweyî di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de kir. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryakî polîtîkayên qeyûman ên ku AKP ji sala 2016'an ve dimeşîne, nirxandin.   'NAXWAZIN KURD XWE BIRÊVE BIBIN'   Tiryakî bal kişand li ser wê yekê ku biryara qeyûm ne qanûnû û rewa ye û got ku çend sedemên tayinkirina qeyûm hene. Tiryakî got: "Naxwazin kurd xwe û erdnîgariya xwe bi rê ve bibin. Ev jî êrişa li dijî feraseta me ya şaredariyê ye. Me dîroka bajaran guherand. Me şaredarî kirin şaredariyên jinan û gelan. AKP-MHP êrişî feraseta me ya şaredariyê dike. Naxwazin kurd hafizeyekê çêbikin. Ji lew re şaredarîvanî komkirina bîr û hafizeyê ye. Me ji sala 1999'an heya sala 2016'an di warê şaredarîaniya pirzimanî de, li dijî rantê di warê şaredarîvaniya gelparêz de gelek tiştên baş kirin û me hafizeyek çêkir. Me mirovên wiha gihandin ku bi şev û biroj xizmeta vî gelî bikin. Lewma desthilat naxwaze kurd vê hafizeyê çêbikin. Sedema ku di vê siyasetê de israr dikin ev e."    Tiryakî destnîşan kir ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî qeyûm tayin kirin û got: "Qeyûm tayinî Esenyûrtê kirin ku navçeya herî mezin a bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye. Nehiştin şaredarê ku got 'ez kurd im', bêyî lêpirsîn û dozek hebe, şaredariyê bi rê ve bibe. Yanî hûn çawa lê mêze dikin bikin, tayinkirina qeyûm bi her awayî bêhiqûqîtî ye, ne rewa ye û siyaseteke dijminatiya kurdan dike."    'DIVÊ DESTHILAT BIRYARÊ BIDE'   Tiryakî bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û diyar kir ku pirsgirêka kurd bi 3 hevokan nayê çareserkirin. Tiryakî diyar kir ku ew qîmetê didin axaftinên çareseriyê, lê divê pêdiviyên wê bên bicihanîn. Tiryakî bilêv kir ku beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Tiryakî wiha got: "Bi milyonan kesên ku jê bawer dikin û dibêjin 'Rêberê min e' hene. Divê dengê wan were bihîstin. Rêya vê jî rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiyê ye. Ger Tirkiye bi rastî jî di vî warî de jidil be, divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêka sedsalî, gavine din bên avêtin. Gelo desthlata siyasî vî tiştî kir? Na. Yekane gava avêtin jî tayinkirina qeyûman bû. Yanî gotinên desthilatê hev nagirin. Pêşî divê biryarekê bidin; çareseriyê dixwazin yan na."   Tiryakî destnîşan kir ku ger desthilata siyasî di warê çareseriya demokratîk de  jidil be, di vî warî de çi bikeve ser milê wan wê bikin.    Tiryakî diyar kir ku di dema çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm de gel gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirine. Tiryakî işaret bi girîngiya vê dirûşmeyê kir û got: "Gel bi van dirûşmeyên li kolanan îşaret bi navnîşana çareseriyê kir. Ev nayê wateya ku destê hikûmetê lawaz dike, berevajî wê di warê muxatabiyê de destê wê xurt dike."    Tiryakî bibîr xist ku KCK'ê bi daxuyaniyên xwe ragihand ku ew bi Ocalan re ne û gel jî ji bo çareseriya pirsgirêkê îşaret bi Ocalan kiriye.    BANGAWAZÎ   Tiryakî destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî qeyûman wê bidome û wiha dewam kir: "Em duh li vir bûn, îro dîsa li vir in, sibê jî em ê li vir bin. Em ê her roj li vir bin. Heta ku em vê polîtîkaya qeyûmtiyê pûç bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li malên xwe rûnenên nebêjin 'Xwedê bela xwe bide wan.' Ji lew re me ev dît. Loma divê gelê me bihêztir dakeve kolanan. Divê bi awayekî fiîlî nîşan bide ku li dijî çi radibe. Jixwe em dizanin ji sedî 90'ê Êlihê li dijî qeyûman e û em dizanin li dixwazin li wir bin. Lê pêdiviya me hemûyan hinekî bi cesaretê heye."