Di doza Narîn Guranê de roja duyemîn: Şahid tên guhdarîkirin 2024-11-08 09:42:39 AMED - Di roja duyemîn a danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guranê de li şahidan tê guhdarîkirin.    Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hate qetilkirin. Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guranê, di roja duyemîn de didome. Doz, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Beriya danişînê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hate girtin. Bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar anîn eywana danişînê. Ji bo her 4 bersûcan ji ber sûcê “Bi awayekî komî zarokek biqesdî qetil kirine” cezayê muebbeta girankirî tê xwestin. Serokên baroyan, rêxistinên jin û zarokan, gelek siyasetmedar û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî danişînê dişopînin.    Danişîn, di roja duyemîn de bi wergirtina îfadeyên kekê Narîn Guranê yê bi navê Baran Guran dest pê kir.