Meşa leşkerî li girtî hate ferzkirin û gefa kuştinê lê hate xwarin 2024-11-08 13:32:19   ENQERE - Dema girtî Veysî Bîçen dibirin nexweşxaneyê, meşa leşkerî lê hate ferzkirin. Leşkeran Bîçen derb kirin û gef lê xwarin.    Dema Veysî Bîçen ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin dibirin nexweşxaneyê, meşa leşkerî lê hate ferzkirin. Bîçen têkildarî vê zextê û gelek zextên din serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê da. Li gorî serlêdana gihiştiye ber destê me; Bîçen di 9’ê cotmehê de ji bo muayeneya li Beşa Kardiyolojiyê birin Nexweşxaneya Bajar a Kocaeliyê.    LÊGERÎNA TAZÎ LÊ HATE FERZKIRIN Û GEF LÊ XWARIN    Piştî Bîçen birin nexweşxaneyê, di bin navê lêgerînê de lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Bîçen li dijî vê derket û cendirmeyeke payebilind gefa kuştinê lê xwar. Cendirmeyê behsa xeberê bi van gotinan gef xwar: “Te hêj îşkencekarên me yên mezin nedîtiye. Cihê xwe bizane heke dê te bikujin û haya kesekî jî jê nabe.”    MEŞA LEŞKERÎ LÊ HATE FERZKIRIN   Piştre jî Bîçen birin nexweşxaneyê. Di vê navberê de cendirmeyan Bîçen derb kirin. Dema Bîçen dibirin cem bijîşkî, meşa leşkerî lê hate ferzkirin. Bîçen jî bertekên tun nîşanî vê zextê da. Bîçen, got ku ev yek li pêş kamerayan qewimî ye û xwest dîmen bên lêkolînkirin. Bîçen, da zanîn ku têkildarî serlêdana sûc îfadeyê wî nehatiye girtin.    DAXWAZA SERDANA LEZGÎN   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan têkildarî rewşa Bîçen serlêdan kirin. Di serlêdanê de hate gotin ku Bîçen xwestiye mînakeke serlêdanê ji malbata xwe re bişîne lê girtîgehê nehiştiye. Guneş, xwest ku ÎHÎK ji bo vê rewşê tavilê bicive. Di serlêdanê de hat xwestin ku Komîsyona Jêr a ÎHÎK’ê biçe serdana Bîçen.    JI WEZAETAN PIRSÎ   Guneş, di heman demê de bi daxwaza ku wezaretên karên hundir û edaletê bibersivînin, pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê. Di pêşnûmepirsê de pirsên weke; “Gelo hûn hi îşkenceya li Bîçen hatiye kirin agahdar in an na, cendirmeyên îşkence kirin hatine tespîtkirin an na, derheqê wan tu lêpirsînên îdarî û edlî hatine destpêkirin an na” hatin kirin. Di heman demê de hejmara bûyerên îşkenceyê û hejmara hêzên ewlekariyê yên derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin pirsî.    MA / Mehmet Aslan