Li Êlihê meşa girseyî: Em ê tu carî xiyanetê li berxwedana xwe nekin 2024-11-09 13:40:38 ÊLIH - Gelê Êlihê di roja 6’emîn a tayînkirina qeyûman de berxwedana xwe didomînin û diyar kirin ku ew ê polîtîkayên qeyûman qebûl nekin û gotin: “Berxwedana me didome, em ê tu carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin. Em ê teqez bi ser bikevin." Wezareta Karên Navxweyî roja 4’ê mijdarê qeyûm tayînî ser Şaredariya Êlihê kir. Xelkê Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyên protestoyê di roja şeşemîn de berdewam dike. Girse li ber Parka Yilmaz Guney kom bû û li ser Cadeya Amedê heta Duçerxa Basinê meşê li dar xist. Girse bênavber dirûşmên “Qeyûm bicehime”, “Dizek qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê kurd” berz kir.    Girse, li gel şandeya ku ji Wanê hatî bi pankarta “Li dijî darbeya qeyûm gel li berxwe dide” meşiyan. Parlamenter, hevşaredar û hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girseyê gelek caran bê navber dirûşmên "Êlih îradeya xwe biparêze", "Li Şaredariyê diz heye", "Bijî berxwedana Gele Kurd" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Dikandarên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşê.    Di meşê de Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar axivî û got: “Rabin ser piyan û xwedî li vîna xwe derkevin. Roj roja parastina vîna me ye." Girseya ku gihaşt ber çerxerêya Basinê li vir daxuyanî hat dayîn.    Hevserokê DEM Partî ya Êlihê Mustafa Mesut Tekîk axivî û bal kişand ser berxwedana Êlihê û dû re Hevserokê DEM Partî yê Wanê Veysî Dîlekçî mafê axaftinê girt û bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û MHP'ê û got: "Gulistan Sonuk vîna gelê Êlihê ye. Bi rojanê hûn li qadan li ber xwe didin. Me ji Wanê ji we re silav anî û em berxwedana we silav dikin. Em ê bi hev re bi ser kevin."   Hevşaredarê Kopê ya Mûşê Arafat Kardagi jî destnîşan kir ku çiqas gel xwedî li vîna xwe derkeve dê îktîdar paşve gav bavêje. Hevşaredarê Misircê ya Sêrtê  Alî Riza Bîngol, bal kişand ser helwesta gel.   SONUK: EM VAN KOLANAN NETERIKÎNIN    Herî dawiyê jî Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk axivî û got: "Dibêjin derbarê me de biryar hene, ev çîrok in; Ger hilbijartineke me ya din hebe em ê dîsa bi ser bikevin. Ew ê tu carî me ji erkên me dûr nexin bi biryarên weha sivik. Em bi erêkirina we û Wezareta Karên Hundir nehatine. Em bi vîna vî gelî hatin vir. Kesî ev der nedaye me. Em van kolanan naterikînin. Em ê ti carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin. Heta ku ev şaredarî ji vê dagirkeriyê rizgar nebin, berxwedana me bi dawî nabe."