Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim 2024-11-13 10:58:39 ÊLIH - Mamoste Sîbel Suna ya ku di protestoyên li dijî qeyûm ên Êlihê de hatibû binçavkirin û piştre hate berdan, wiha got: “Me dengê xwe da DEM Partiyê û em hêj jî li gel dengê xwe ne. Bi berxwedana vê derê serbilind im.”  Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê berdewam in. Yek ji kesên li pêşiya Şaredariya Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman li ber xwe dide jî mamosteyê muzîkê Sîbel Suna bû. Di roja ewil a tayînkirina qeyûm anku di 4’ê mijdarê de meş hat lidarxistin û yek ji çalakvanan jî Suna bû. Suna, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dabû û wiha gotibû: “Heke hûn bêdeng bimînin wê demê hûn şeytanên bêziman in. Madem dê we qeyûm tayîn bikira wê demê we çima hilbijartin li dar xist? Min dayik û bavên xwe yên kal li derveyî bajar anîn. Dengê xwe dan. Em vê neheqiyê qebûl nakin.” Suna, di çalakiyên tevahiya rojê de cih girtibû û hatibû binçavkirin. Suna, piştî 2 rojan jî hatibû berdan. Suna, piştî berdanê dîsa tev li çalakiyan bû.    'ME Û SONUK LI HEMAN POLÊ XWEND’   Suna, qala dema binçavkirina xwe kir û got ku dê têkoşîna wê ya li dijî qeyûm bidome. Suna, diyar kir ku di 4’ê mijdarê de dîtiye ku şaredarî hatiye dorpêçkirin û ji ewil fêm nekiriye bê ka çi dibe. Suna, wiha domand: “Dema min fêm kirî ku qeyûm hatiye tayînkirin, pir hêrs bûm. Ji 2018’an heta niha li vir mamostetiyê dikim. Bi xwe bûm şahida zîhniyeta qeyûm. Ji roja destpêkê ve di protestoyena de cih digirim. Gulistan Sonuk hevala min a dibistana amadehî ye. Me li heman dibistanê û polê xwend. Ez bûm mamoste ew jî bû hevşaredar. Ji 2018'an ve min li Amed, Konya, Enqere û hwd. mamostetî kir. Mamosteya muzîkê me. Ji Dêrsimê me. Ji hêla wijdanî ve min qebûl nekir lewma tev li protestoyan bûm.”    LI NEZARETHANEYÊ HATE DERBKIRIN   Suna, got ku bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û wiha domand: “Du rojan di bin çavan de mam. Li vir ji pişt ve destên min kelemçe kirin û hatim îşkencekirin. Du rojan li nezaretxaneyê mam. Li gorî qanûnê mayina li nezaretxaneyê rojeke lê dozger bi zanebûn du rojan girt. Ji bo îşkence zêdetir bibe. Ji ewil birin nezaretxaneya Şaxa Qaçaxçitiyê. Piştre birin TEM’ê. Li wir em çar jin hatin îşkencekirin. Li wir bi jopan li me xistin. Li cihekî jê re digotin hucre ev îşkence kirin.”    'DOZGER XWEST BÛYERÊ BINUXÛME’    Di berdewamê de Suna anî ziman ku dema îfadeya didan dozger, dozger hewl dida bûyerê bixûmîne û wiha got: “Dozger ji me rîca kir. Bi taybet jî ji ber ku ez mamoste bûm ji min re got; ‘Ez rapora we ya derbkirinê li dosyayê zêde nekim.’ Bi domdarî got; ‘bila payeya we bilind bibe û bibin midûr.’ Min jî teqez red kir. Neçar ma ku min derxîne derve. Lê ez hêj jî li pişt gotinên xwe me.  Li gel min çar jin îşkence kirin. Dozger ji min re dibêje; ‘Tu mamosteya dewleta me yî, em bi te re bi tenê biaxivin.’ Got; ‘Em wê raporê tune bikin.’ Min jî ev teklîfa qirêjî qebûl nekir.”    'EZ Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIM’   Suna, got ku dijderketina qeyûman berpirsyartiyeke wijdanî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj niha jî li nezaretxaneyan îşkence tê kirin. Nikarin mirovan bêdeng bikin. Hêj jî laşê jinan reş û şîn e. Ez bi berxwedanê vê derê serbilind im. Dê heta nefesa xwe ya dawî têbikoşim. Keyfxweş im ji ber mirovan dengê me bihîstiye. Heta qeyûm diçin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Destê xwe nedin mamosteyan, ji ber ku ew zarokên me digehînin. Zarokên polîs, dozger û dadgeran em digehînin. Dayika min kal e û tevî vê halê wê me anî û dengê xwe da. Tu nikarî destê xwe nêzî reyiya min bikî. Me dengê xwe da DEM Partiyê û hêj li gel dengê xwe ne. Li gel têkoşîna xwe me. Min ev ji dozger re jî got. Dixwazin bila min ji kar biavêjin. Gelek mamoste ji peywirê avêtine. Bila ez jî bibim yek ji wan lê bila weke mamosteyek bişeref bimînim.”    MA / Fethî Balaman