Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin 2024-11-15 15:26:33   AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê bertek nîşanî cezayê îdamê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn dan û ev bang kirin: “Jin jiyan e, jiyanê qetil  nekin.”    Girtiya siyasî Werîşe Mûradî ku endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ye, di 10’ê mijdarê de ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi îdiaya “xiyanetê” cezayê darvekirinê lê hat birîn. Cezayê îdamê yekem car ji aliyê jinên girtî ve li Girtîgeha Evînê hate protestokirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li Amedê ji bo şermezarkirina biryarê, li ber saziya xwe ya li Rezanê hatin gel hev. Ji dayikan Mûrvet Demîr daxuyanî da.   Demîr, anî ziman ku ew cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn, qebûl nakin û got: “Îro ji bo Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, em li vir hatin cem hev. Em bang li dewleta Îranê dikin. Em wek Dayikên Aştiyê li dijî vê biryarê ne. Em ji vir bang li dewletên navneteweyî jî dikin. Bila cezayê îdamê rakin. Jin jiyan e, divê jiyanê nekuje. Em wan şermezar dikin. Em wan vedixwînin mirovahiyê."   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Jin jiyan e, jiyanê qetil nekin" bi dawî bû.