Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin 2024-11-20 09:44:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi zimanê spanî hate weşandin.  Berga sêyemîn a pirtûka bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di meha mijdarê de bi hevkariya weşanxaneya Katalan Descontrol û weşanxaneya Meymanê hate weşandin. Abdullah Ocalan, di “Sosyolojiya Azadiyê” de ji bo çareseriya pirsgirêkên herî lezgîn ên sedsala 21'ê rêbazekê pêşkêş dike.   Abdullah Ocalan, di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de ji bo avakirina alternatîfekê ji modernîteya kapîtalîst, hîmên esasî û şênber ên modernîteya demokratîk di berhema xwe ya ji 520 rûpelî de vedibêje.    Pirtûk ji vê navnîşanê dikare bê xwestin:    Her wiha di demeke nêz de ji malpera înternetê ya Weşanxaneya Meyman meyman.org û pirtukxane.net dikare bê peydakirin.