Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin 2024-11-25 10:08:22 WAN - Heft şaredariyên DEM Partiyî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî 9 saziyên jinan vekirin.  Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê di hilbijartinên 31’ê adarê de bi dest xistin, bi xebatên xwe yên navenda wan jin balê dikişînin. Bi taybet jî saziyên di dema qeyûman de hatine girtin û neçalakkirin dîsa vekirin û xebatên xwe dan destpêkirin.    Şaredariya Rêya Armûşê, di 23’yê gulanê de Bîstanê Bajar ê Denîz Poyraz hate vekirin ku îstîhdamkirina jinan armanc dike. Şaredariya Bêgiriyê jî di 24’ê îlonê de Navenda Jiyan û Şêwirmendiyê ya Jinan a Sînemxanê vekir ku ji ji hêla civakî û aborî ve sûdê jê digirin.    Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Artemêtanê di 19’ê cotmehê de Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîranê vekirin. Bi vê gavê re armanc tê kirin ku standartên jiyanê yên jinan hinek bêhtir bên başkirin. Di heman demê de navê saziya jinan a ku di serdema qeyûm de weke “Jin û Xizmetên Malbatê” hatibû guherandin, bi biryara meclisê weke Navenda Jiyanê ya Rojîn Kabaîş hate guherandin.    Saziyên di serdema qeyûman de hatibûn bêbandorkirin careke din çalak kirin. Şaredariyên Wanê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî lez da vekirina saziyên jinan ên nû.    DÊ PIŞTGIRIYA HIQUQÎ Û PSÎKOLOJÎK WERE DAYIN    Di vê çarçoveyê de Navenda Jiyan û Çandê ya Jinan a Bostanîçiyê ku ji hêla Şaredariya Rêya Armûşê ve hate avakirin, di 15’ê mijdarê de dest bi xebatên xwe kir. Navenda Şêwirdariyê ya Jinê ya Çil Keziyê ku şaredariyê li Parka Îpekê ava kiribû jî di di 21’ê mijdarê de dest bi xebatên xwe kir. Di heman demê de Şaredariya Tûşbayê di 19’ê mijdarê de Navenda Şêwirdariyê ya Jinan a Hebûnê vekir. Navendên Şêwirdariyê yên Jinan, dê li dijî tundiyê alîkariya hiqûqî, dernûnî, civakî û perwerdeyên xweparastinê bidin jinan.    ÎSTÎHDAMKIRINA JINAN   Navendên Jiyan û Çandê yên Jinan ên di bin sîwana şaredariyan de hatine vekirin, ji bo jin ji hêla aborî ve serbixwe bin, di gelek qadan de derfeta perwerdeyê didin. Perwerdeyên di beşa pastekerî, trîkotaj, kuaforî, kreş, cil û berg, muzîk, mitbax, dirûn û hwd. de tên dayin û bi vê yekê re hejmara jinên tên îstîhdamkirin zêdetir dibe.    ŞAREDARIYA ŞAXÊ    Şaredariya Şaxê di 18’ê mijdarê de Mala Bêhnvedanê ya Meryem Xanê vekir. Di 21’ê mijdarê de jî Şaredariya Ebexê Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Zerîf Xatûnê vekir. Armanca ji Malên Bêhnvedanê yên Jinan ew e ku jinên ji gundan tên navenda bajar dema li benda wesayîtan disekinin, li şûna ku li rawestgehê bisekinin tên cihekî bi ewle û ji wan re xizmetê dikin.    SAZÎ DIYARÎ JINAN HATIN KIRIN   Projeyên ku jinan esas digirin bênavber didomin. Vekirina hinek saziyan jî hate taloqkirin. Navenda Jiyanê ya Jinan a Şaredariya Qelqeliyê, Pirtûkxaneya Jinan û Navenda Lêkolînê ya Bajarê Mezin û Navenda Jiyanê ya Jinan a li Ebexê jî dê di hefteya pêş de bên vekirin. Ev projeye bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî diyarî jinan hatin kirin.