MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin 2024-11-26 11:03:55 NAVENDA NÛÇEAYN - MKG’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirina Seroka MGK’ê Roza Metîna û rojnamegerên din da û got: “Binçavkirina rojnamegeran êrişeke li dijî heqîq etê ye. Divê hempîşeyên me tavilê bên berdan.”  Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, rojnameger Ahmet Sumbul, Erdogan Alayumat, Bîlge Aksu û Mehmet Uçar jî di nav de gelek kes îro di encama serdegirtinên malan ên li gelek bajaran de hatin binçavkirin.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî binçavkirinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.    MKG’ê wiha got: “Piştî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de îro polîsan li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Şirnex û Rihayê malên rojnamegeran jî di nav de bi ser gelek malan de girtin. Seroka MKG’ê Roza Metîna jî di nav de gelek rojnameger hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser mala rojnameger Gulcan Derelî de jî girt.    HEDEFGIRTINA ROJNAMEGERAN NAYÊ QEBÛLKIRIN   Ev rastiyeke ku azadiya çapemenî û ragihandinê mafekî makeqanûnî ye û kevirê bingehîn ê civakên demokratîk e. Lê ev bûyerên ku îro em dibin şahid, nîşaneya zexta sîstematîk a li ser xebatkarên çapemeniyê ye. Nayê qebûlkirin ku di serî de rojnamegerên jin ji bo eşkerekirina heqîqetê bibin hedef. Ev mudaxaleya der hiqûqî ya li hemberî hemû rojnamegerên jin, ne tenê li hemberî pîşeya rojnamegeriyê, di heman demê de li hemberî mafê xwe gihandina nûçeyên rast êrişek e.    EM Ê JI ÎRADEYA XWE TAWÎZÊ NEDIN   Em weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê careke din tekez dikin ku em ê tu carî tawîzê ji îradeya xwe ya berdewamkirina erka xwe ya dengê gel û parastina mafên rojnamegerên jin nadin. Zext, binçavkirin û polîtîkayên tirsandinê wê nebin sedem ku em dest ji têkoşîna heqîqetê berdin.   BANGA BERDANA ROJNAMEGERAN    Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku demildest hevalên me yên dij hiqûqî hatine binçavkirin serbest bên berdan. Em bang li berpirsyaran dikin ku dawî li van pêkanînên ku azadiya çapemeniyê binpê dikin, bînin. Em hemû kes û saziyên ku mafê gel ê agahdarkirinê diparêzin vedixwînin hevgirtinê."