Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin 2024-11-30 11:10:25 MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 6 kesan ji kar derxist.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku Walî Tûncay Akkoyun wekî qeyûm tayinî wê hat kirin, dest bi qirkirina karkeran kir. Qeyûm 6 kesan ji kar derxist. Her wiha hat diyarkirin ku qeyûm hin kesên di dema DEM Partiyê de ketibûn kar jî şandine yekeyên cüda.