Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir 2024-11-30 15:43:52 AMED – 8'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dest pê kir. 26 jê weşanxaneyên Kurdî bi giştî 216 weşanxane beşdarî fuarê bûn e. Fuar bi merasîma vekirinê dest pê kir û di axaftinan de ji ber ked û têkoşîna zimanê Kurdî spasiya weşxaneyên Kurdî hat kirin. Bi pêşengiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê 8emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Mezopotamyayê dest pê kir. Fuarê bi axaftin û merasîma vekirinê dest pê kir. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya û gelek kes tev li merasîma vekirinê bûn û axaftin hatin kirin.   'YEKÎTIYA WEŞANXANEYÊN KURDÎ PÎROZ BE'   Serokê DTSOyê Mehmet Kaya axivî û diyar kir ku tevî hemû tengezariyên ji ber rewşa aborî jî weşanxeneyên kurdî û weşxaneyên din xwe li ser lingan digirin û weşangeriyê dikin. Kaya anî ziman ku Amed bajarê wan e û divê bi her awayî xwedî li Amedê û dewlemendiyên Amedê derkevin. Kaya bi taybetî spasiya hemû weşanxaneyên Kurd kir û got ku yekitiya di navbera weşanxeyên Kurd de jî kêfxweşiyê dide wan û pîrozbahî li wan kir. Kaya her wiha ji hemû şaredariyan û saziyan daxwaza piştevaniya şahî û çalakiyên wek fuara pirtûkan kir û got ku ew îro di heman demê de şahiya pirtûkan li dar dixin.   'PERGALEKE AZADÎXWAZ PÊWÎST E'   Piştre Hevşaredara Amedê Serra Bucak axivî û spasiya hemû mêvanan û beşdaran kir. Bucak da zanîn ku heke behsa pêvajoyek asayî bê kirin ji bo axa wan meseleya herî muhîm e û got: “Heke îro peşk li fuarên pirtûkan tê xistin an jî heke peşk li liv û tevgerên aboriyê tê xistin, heke peşk li rastiyên civakî tê xistin, helbet zextek siyasî heye û ev dibe sedem. Daxwaza me hemûyan ew e ku li welatê me û li Rojhilata Navîn pergalek azadîxwaz, aştî û demokratîk were avakirin. Divê demildest aştî bê axaftin. Divê demildest hemû rê li ber axaftina aştiyane bên vekirin. Bajarên me bi zextan re rû bi rû dimînin. Ev dibe sedema hemû xitimandina xebatan. Çimkî di vî warî de tecrûbeyên me hene.”   Serra Bucak anî ziman ku pêdiviya wan bi zanistek nehatibe qedexekirin û sansurkirin heye û wiha got: “Divê ev zanist li civakê were belavkirin. Divê di nava civakê de bê kolektîfkirin û azad were belavkirin. Pêdiviya me erdnîgariyek ku fikr û raman lê neyên sansurkirin heye.”   Serra Bucak diyar kir ku pirtûk civakan tînin ba hev û rê li ber ronakbîriya civakî vedike. Bucak da zanîn ku ew jî wek Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan ji bo bajarên xwe hêvî dikin ku fuarên mezintir û baştir bên lidarxistin û xelkê herêmê dikaribin veguhezînin fuaran. Bucak destnîşan kir ku ew ê sala pêşiya me di mijdara 2025an de wek Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan pêşengiya vê fuarê bikin. Bucak anî ziman ku di 8 salan de qeyûman gelek rûxandinên mezin li pey xwe hiştine û ew niha hewl didin kirinên qeyûman û rûxandinên wan rast bikin. Bucak destnîşan kir ku Pirtûkxaneya Mehmet Uzun a li Parka Sumerê di serdema qeyûman de bêxwedî hatiye hiştin û hatiye asta nebikaranînê.   Serra Bucak destnîşan kir ku pirtûk û zanist rê li ber pêşketinên zimanan vedikin û got: “Em di vê çarçoveyê de weşanxeneyên kurd û kurdî weşangeriyê dikin pîroz û silav dikim. Weşanxeyên Kurd tevî hemû bêderfetiyan jî diafirînin û ji bo pêşketina Kurdî xebatan dikin. Em hêvî dikin ku wê weşanxaneyên Kurd hewldan û têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî bidomînin.   Piştî axaftinan kurdele hat birîn. Şandeya hevşaredaran, DTSOyê û TUYAPê ewilî serdana weşanxeyên Kurdî kirin û li standên wan geriyan. Şandeyê paşê jî li tevahiya fuarê geriya û pêşengehê li weşxaneyan pîroz kir.   216 WEŞANXANE BEŞDAR BÛNE   Fuar wê ji 30yê Mijdarê heta 8ê Kanûnê berdewam bike. 26 jê weşanxenyên Kurdî bi giştî 216 weşanxane beşdarî fuarê bûn e. Di van 9 rojan de dê nivîskarên Kurd jî di nav de bi sedan nivîskar li standên weşanxaneyan pirtûkên xwe îmze bikin.