Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan 2024-12-01 08:58:28 BARTIN - Di qezaya trafîkê ya li Bartinê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.  Li devera Bogazê ya li ser rêya Înkumu ya Bartinê kamyonek û otomobîlekê qeza kirin. Li ser îxbarê li herêmê cendirme, polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Di qezayê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Berkan Kaya (22) yê di otomobîlê de asê mabû, Rahmî Can Odabaş (21), Ozgur Çomak (22), Koray Oguz (23) û Mûrat Can Korukçu (21) di qezayê de jiyana xwe ji dest dan.    Ajokarê kamyonê Umît Komeç ku di qezayê de birîndar nebû, hate binçavkirin. Cenazeyên ciwanan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê.