Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin 2024-12-01 11:54:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de li gundên Radar û Şealê pevçûnên dijwar diqewimin.  Di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk de li gundên Kantona Şehbayê pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; şer û pevçûnên li ser xeta gundên Herbil, Zîwan, Radar û Şealê berdewam dikin.    Têkildarî encamên şer û pevçûnên di navbera HRE û komên paramîlîter de heta niha jî tu agahî nehatine parvekirin.