Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket 2024-12-02 10:42:04 AMED - Hejmara 259’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Muxatabê Kurdan cîhan e" derket.  Rojnameya Xwebûn di hejmara  259’an de bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û tecrîda li Ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Rojnameyê di manşetê de nirxandinên Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus ên der barê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, rewşa Kurdan û nêzîkatiya hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî gelê kurd derxist pêş.    Rojnameyê di surmanşetê de jî nivîsa Nivîskar Sorgul Şêxo ya  “Li vir, ax ne bi avê bi xwînê tê avdan" derxist pêş û bal kişand ser şoreşa ku jin pêşenga wê dike.    Di binmanşetê de jî rojnameyê cih da analîzek kirmanckî ya der barê Zindana Amedê de.