Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê 2024-12-05 10:53:38 AMED - Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan dema pewira şaredariyê dewr girtin li ser gotina kesek astengdar der barê wan de doz hatibû vekirin û têkildarî dozê biryara neşopandinê hat dayîn. Piştî ku namzetên DEM Partî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bi ser ket  hedef hatin nîşandan û bi êrîşan re rûbirû man. Li ser gotinên kesekî ji sedî 50 astengdar doz li hevşaredarên navçeya Sûrê ya Amedê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan hat vekirin têkildarî dozê biryara neşopandinê hat dayîn. Piştî ku mazbata hatibûn wergirtin û hevşaredar derbasî şaredariyê bibûn li ser îfadeya astengdar U. G. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta ‘heqareta li serokomar hatiye kirin’, ‘aşkera heqaret li bîranîna Ataturk hatiye kirin’ doz hatibû vekirin.   Piştî dîmenên ku tê gotin ji aliyê polîsan ve hatine berbelavkirin doz hat vekirin û piştî 8 mehan biryar hat dayîn ku hewceyî lêpirsînê nîne. Di biryarê de dîmenên kamerayê, axaftinên şahidan hatiye destnîşankirin ku tu delîlek nîn e ku hevşaredar Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan  sûcê ‘heqareta li serokomar hatiye kirin’, ‘aşkera heqaret li bîranîna Ataturk hatiye kirin’ kirine. Di biryarê de bal hat kişandin ku U.G yê astengdar ku ji ber gotinên xwe ket ber lêpirsînê di îfadeya xwe de diyar kir ku hevşaredaran ew teşwîq kirine an jî berê, di dema sûc û piştî wê de alîkarî dane wî.   Di biryarê de hat gotin ku hevşaredaran sûc nekirine û hewcedarî bi dewamkirina dozê nehatiye dîtin.