Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin 2024-12-05 11:37:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Hundir diyar kir ku di 10 rojan de li 30 bajaran bi giştî 147 kes hatine binçavkirin.    Wezîrê Karê Hundir ya Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya têkildarî binçavkirinên demên dawî daxuyanî da. Yerlîkaya li ser hesabê yê xwe medyaya dîjîtal got ku di 10 rojan de li 30 bajaran bi giştî 147 kes hatine binçavkirin.   Binçavkirinên li bajarên; Semsûr, Agirî, Antalya, Erdexan, Aydin, Êlih, Çewlig, Bolu, Amed, Edîrne, Elezîz, Erzirom, Colemêrg, Hatay, Dîlok, Gîresun, Îdir, Stenbol, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Mûş, Qers, Kocaelî, Sêwaz, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê pêk hatin. Hat gotin ku binçavkirin bi hincetên ‘li ser navê rêxistinê xebat meşandin’, ‘di nav xebatên rêxistinê yên ciwanan de cih girtin’, ‘ji bo rêxistinê fînans peydakirin’, ‘li ser hesabê medyaya dîjîtal propagandaya rêxistinê kirin’ pêk hatine.