Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe 2024-12-05 13:31:05   SAMSUN - Dayika girtî Husnu Aşkan jiyana xwe ji dest da û 4 roj piştre ji rewşê hate agahdarkirin. Her wiha destûr nehat dayin Aşkan biçe şîna dayika xwe. Aşkan, bertek nîşan da û got: “Bawerim êşeke wiha ‘xelata’ nasnameya me ya etnîkî ye.”    Girtiyê bi navê Husnu Aşkan li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin û destûr nehat dayin beşdarî şîna dayika xwe bibe. Aşkan, ji parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Sîdal Bayrak re name şand û tiştên jiyayî vegot.    Aşkan, diyar kir ku dayika wî Şehrîban Aşkan ji ber nexweşiya xwe nekariye bê serdana wî û wiha got: “Lewma ji bo ez sewqî girtîgeha Colemêrgê û bajarên nêz bêm kirin gelek caran serlêdan kir. Lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Gelek nexweşiyên dayika min hebûn û di 4’ê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. 4 roj piştre agahiya mirina wê dane min. Min xwest tev li şîna dayika xwe bibim lê ji bo vê 60 hezar TL heqê rê xwestin.”    'BAWERIM DIYARIYA NASMAMEYA ME YA ETNÎKÎ YE...’    Aşkan, da zanîn ku wî dayina vî pereyî qebûl kiriye lê tevî vê jî destûr nehatiye dayin. Aşkan, wiha domand: “Rojek piştre gardiyan di dest de kaxizek hatin cem min û bi devkî got ku daxwaza min a çûna şînê ji hêla dozger ve hatiye redkirin. Got ku dikarî li dijî biryarê îtîraz bikî. Biryar, bi awayekî fermî teblîxî min nekirin û tenê bi devkî gotin. Tekane daxwaza dayika min ew bû ku beriya wefata xwe min carekê bibîne. Mixabin beriya ev daxwaza wijdanî, exlaqî, insanî û bêguneh beriya cîbicî bibe, dayika min ji ber nexweşiyên xwe yên giran, bi êş û elemên giran û canêşeke jêneveger wefat kir.”    Aşkan, tiştên dijîn weke “cezakirina di astên cuda de” nirxand û wiha bi dawî kir: “Li rexekî qala aştî, xwişk-biratî, aramiya herêmê û ewlehiyê dikin, li rexa din jî êş, mexdûriyet, ezyet û cezayên wiha didin jiyîn. Li tu welatekê cîhanê cezakirineke wiha û êşên wiha nadin jiyîn. Dema em kurd bin, dema em girtiyên siyasî bin, wê demê tu hukmê qanûn û hiqûqê namîne. Tekane tişta derbasdar, girtin, zext, hêsirên çavan, zindan, sirgun û êşên wiha yên bêderman û cezakirin hene. Bawerim êşên wiha giran ên bi me didin jiyîn, ‘diyariya’ nasnameya me ya etnîkî ye...”