Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome 2024-12-05 16:32:39 WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniya girseyî û meşê de axivîn û gotin ku gelê Wanê dê li dijî polîtîkaya talankirina saziyan a îktîdarê û xwedî li rûmet û heysiyeta xwe derkeve û berxwedana xwe bidomîne.  Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan di daxuyaniya girseyî û meşa li Wanê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman hat lidarxistin de axivîn.    ‘EM Ê BERXWEDANEKE NÛWAZA RABER BIKIN’   Neslîhan Şedal got ku mêtinger û xespkaran çav berdaye nirxên gelê kurd û ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP’ê ya ku hebûna xwe li ser yekperestiyê didomîne, hewl dide pêşeroja gelan û daxwaza jiyana azad a jin û ciwanan tune bike û di şer de israr dike. Em wan ji Roboskê, ji Zîlanê û wan dema cenazeyên me li erdê kaş dikirin nas dikin û ev hafizeya me hêj zindî ye... Me ev dîtin û îrade û têkoşîna xwe mezin kir. Me li her derê li dijî polîtîkayên wan ên qirêjî berxwedaneke nûwaze raber kir. Gelê me dê dîsa li dijî xespkirina îradeya xwe berxwedana xwe mezin bike. Bila bizanin ku tu îrade û saziyên ku jin û ciwanên wanî radestî wan bikin tune ne. Kî berê xwe bide îradeya me, dê li têkoşîna gel, ciwan û jinên kurd biqelibin. Hûn dê tu caran nekarin daxwaza jiyana azad û îradeya gelê kurd xesp bikin. Heta ku em van êrişên we têk dibin jî dê li kolanan li ber xwe bidin.”    BANG LI GELÊ WANÊ KIR   Neslîhan Şedal, bang li xelkê Wanê kir û wiha got: “Em li vir bangî AKP’ê dikin; tu rewatiya we nîne. Yên rewa, gel bi xwe ye. Xelkê Wanê dê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Xelkê Wanê xelkekî xwedî wijdan e û dê nehêle hûn keda wan bidizin. Banga me ji bo ciwan û jinên wanî ye; em ê saziyên xwe yên me bi keda xwe ava kirin teslîm nekin û em dixwazin hûn li dora wan saziyan kom bibin.”    ‘XELKÊ WANÊ DÊ RÛMETA XWE BIPARÊZ E’    Zeydan jî wiha got: “Namzetên AKP’ê hemû derfet bi kar anîn lê dîsa jî xelkê Wanê her 14 şaredarî jî ji xespa wan xelas kirin. Em li bendê bûn ku îktîdar ji vê berteka gel ji xwe re dersan bigire û pergala dizî û talanê ji holê rake lê belê wan careke din hewl dan bi rêya kompasan îradeya gel xesp bikin. Lê xwe dixapînin. Rûmet û heysiyeta vî gelî heye. Em ê nehêlin ew bi darê zorê îradeya me ji destê me bistînin. Gelê me, gelekî wefadar û birûmet e. Çi dibe bila bibe em ê îradeya gelê xwe biparêzin. Diziyên qeyûman di van 10 salan de kirin li holê ne. hewl didin 5 qirûşên gel jî xesp bikin. Dibêjin qey dê gel dengê xwe ji vê re neke lê em ê tu caran vê qebûl nekin.”    ‘BI LÎSTIKÊN DARAZÊ ÎRADEYA GEL XESP NEKIN’   Zeydan, diyar kir ku tevî bêderfetiyan jî xizmet ji gel re kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Ma hûn dibêjin qey ev gel bêrûmet e? Hûn dibêjin qey ev gel dê xwedî li rûmeta xwe dernekeve? Mirov ji bo rûmet û heysiyeta xwe dijî. Madem  dê we îradeya me tune bihesibanda wê demê we çima sindoq danîn? Bi lîstikên hiqûq û darazê nekevin nava hewldana xespkirina îradeya gel. Yên pergala qeyûm dixwazin, ew diz in ên dixwazin çavkaniyên gel talan bikin. Divê her kes xwedî li edalet û hiqûqê derkeve.    Gotinên dawî tên kirin, pêdiviya gel in. Guftûgo ji xêra gel e. Şer, bi me tevan da windakirin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Xizaniya heyî hûn jî dibînin. Di bingeha vê de şer heye, bêhiqûqtî heye. Serdem ne serdema xespê, dema aştiya civakî ye.”    Piştî axaftinan, girseyê dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” berz kir û heta avahiya DEM Partiyê meşiya.