Li Minbicê bîlançoya êrişan 2024-12-05 16:39:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter êrişên xwe yên li ser Minbicê zêde kirin. Mal tên talankirin û şewitandin. Di êrişan de jinek hate qetilkirin û 2 jî birîndar bûn.  Koma paramîlîter a Heyet Tehrî El Şamê (HTŞ) li dijî Helebê êriş da destpêkirin û bi awayekî hemwext hem dewleta tirk hem jî koma wê ya paramîlîter êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Bi sedhezaran welatiyênli Şehba û Til Rifetê di korîdora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) vekirî de derbasî Tebqayê bûn.    Komên paramîlîter, êrişên xwe yên li ser Minbicê jî zêde kirin. Di vê çarçoveyê bi topên hewanê êrişî gundên Um Celûd, El Cerad, El Seyada, Ewn El Dadat û El Dendaniyeyê kirin. Hat zanîn ku 7 top li gundê El Ceradê û 17 jî li gundê Um Celûdê ketin. Her wiha gundê Til Torînê jî bi obûsan hedef hate girtin.    Komên paramîlîter, malên sivîlên ji Kantona Efrîn-Şehbayê koçber bûn talan dikin û dişewitînin. Hat zanîn ku hinek mal hatine şewitandin. Di dîmenên li bajarokê Fafînê yê Şehbayê hatin kişandin de tê dîtin ku mal tên talankirin û şewitandin.    JINEK HATE QETILKIRIN    Her wiha komên paramîlîter êrişî gundên Farat û Til Tûrînê yên Minbicê kirin. Di êrişa li dijî gundê Faratê de jina bi navê Nedîma El Hisên El Hemûd (45) hate qetilkirin û jinên bi navên Seîda El Ferec (45) û Sara Hac Hisên a 30 salî jî birîndar bûn.    HSD’ê jî li gelek noqteyan bersiv dan dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter.