Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe 2024-12-06 09:01:52 MÊRDÎN - Çalakiyên çand û hunerê yên ku 8 sal in li Nisêbînê ji aliyê qeyûm ve dihatin astengkirin, wê bi Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê re ji nû ve zindî bibin. Hunermendên ku diyar kirin ku ew ji bo gelê Nisêbînê hatine cem hev, banga tevlîbûna vekirina komeleyê kirin ku wê di 8'ê Kanûnê de bê vekirin. Li navçeya Nisêbîn (Nisêbîn) ya Mêrdînê piştî qedexeyên derketina derve û operasyonên leşkerî ku bûn sedema wêraniyeke mezin, qeyûm tayinî Şaredariya Nisêbînê hatin kirin. Qeyûmên hatin tayinkirin, xebatên çand û hunerî jî dan sekinandin. Piştî vê li Nisêbînê hunermendên hatin cem hev, ji bo vê kêmasiya di warê çand û hunerê de temam bikin zend û benda badan. Hunermendan li Taxa Devrîmê Komeleya Çand û Hunerê Ya Rengînê ava kirin.   Li navenda ku bi dirûşmeya "Çanda me, hunera me sedema hebûna me ye" hat avakirin; tê plankirin ku di gelek waran de bi taybetî jî di warê erbane, baxlema, piyano, şano, govend, sînema û perwerdeya bi zimanê kurdî qurs bên vekirin. Di qonaxa ewil de komele dê 4 polan veke û dersên erbane, baxlema, govend û şanoyê bide.   PIŞTÎ KU QEYÛM DEST DANÎ SER WAN WAN BERPIRSIYARÎ HILGIRT   Yek ji damezrînerên komeleya ku wê di 8'ê Kanûnê de bi konsera Azad Bedran û Koma Sorjiyan vekirina xwe ragihîne Hikmet Acat diyar kir ku ew ji bo gelê Nisêbînê hatine cem hev. Acet destnîşan kir ku Nisêbîn bi salan e di warê çand û hunerê de kêmasiyek mezin dijî û wiha got: "Ji bo gelê me ji xebatên çand û hunerê bêpar nemîne em hatin gel hev."    Acet da zanîn ku bi salan li navçeyê xebatên çand û hunerî li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî ya girêdayî şaredariyê dihatin meşandin, lê navend ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin û got: “Li ser vê yekê me ev kom ava kir ku gelê Nisêbînê ji xebatên çand û hunerî bêpar nemîne. Em ê li ser çand û hunerê her cure xebatê bikin. Em ê li ser muzîkê bixebitin. Em ê li vir li ser her cure amûran perwerdeyê bidin."   JI BO ZAROKAN KARGEH   Acet da zanîn ku heta niha 4 kargeh vekirine û mamoste amade ne û got: “Em niha li benda gelê Nisêbînê ne. Divê ew jî bi zarokên xwe re li vir tev li xebatên çand û hunerê bibin. Em ê di 8'ê Kanûnê de vekin. Gelê me tê û kêfxweşiya xwe tîne ziman. Dibêjin ew dixwazin zarokên xwe jî tevlî vê xebatê bikin. Gelê Nisêbînê çanda xwe diparêze. Beşdarî xebatan dibû. Ji roja ku me dest pê kiriye heya niha em dibînin ku gel li benda tiştekî wiha bûye. Li benda me bûye."    Acet diyar kir ku ew ê giraniyê bidin ser zarokan û di serî de dixwazin koroya zarokan ava bikin û wiha got: “Em ê ji bo zarokan kargehan  çêbikin. Em ê bi kargehên lîstikê û atolyeyên çîrokê li ser zarokan bisekinin. Em ê hewl bidin ku zarok ji çanda xwe, hunera xwe û zimanê xwe dûr nekevin."   VEXWANDIN   Acet anî ziman ku di merasîma vekirinê ya ku dê di 8'ê Kanûnê de bi konserekê bê lidarxistin de, ew li benda her kesî ne û got ku ew ê bi beşdariya gel, rêxistinên sivîl û rêxistinên demokratîk kêfxweş bibin.   MA / Ahmet Kanbal