Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê 2024-12-06 09:21:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Margaret Owen êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “qirkirin” nirxand û wiha got: “Li hemberî gefa li ser hebûna Rêveberiya Xweser divê hemû dinya bikeve nava hewldanê.”   Hevkêşeyên li Sûriyeyê diguherîn û bi vê guherînê re êrişên ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. Ji ber êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk, bi dehhezaran welatiyên herêma Şehbayê ji neçarî malên xwe terikandin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşekê koçberan veguhest Tebqayê û beşek jî li bajarên din bi cih kir.    Yek ji endamên Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê parêzer Margaret Owen êrişên heyî weke “qirkirin” nirxand. Margaret Owen, got: “Kurdên li Sûriyeyê û sivîlên bêguneh dîsa ji hêla HTŞ a cîhadperest (El Qaîde) a girêdayî Tirkiyeyê ve hedef tên girtin.”    'ERDOGAN BIBIRYAR E KU QIRKIRINÊ BIDOMÎNE’    Margaret Owen, diyar kir ku ji ber êrişan bi dehhezaran kurd ji neçarî koçber bûne û wiha got: “HTŞ jî mîna DAIŞ’ê dibe sedema binpêkirina mafên mirovan. Di demekê çavê cîhanê li Xeze, Lubnan û Ûkraynayê, Erdogan ê dîktator bibiryar e ku li dijî Kurdên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê qirkirinê bike. Erdogan, ji ber bêdengiya DYA, Ingilistan û Yekitiya Ewropayê xwe di ewlehiyê de dibîne. A din, sicîla wê ya binpêkirinên mafên mirovan çiqas xerab jî be Tirkiye weke şirîk tê dîtin. Ji ber ku çekên xwe difiroşin wê û peymanên bazirganiyê pê re dikin. Bêguman Erdogan piştgiriyê dide leşkerên bipere yên hewl didin Esad têk bibin. Erdogan bi qasî nîjadperestiyê, ewqas jî dijminê jinê ye. Gelek delîlên ku bi DAIŞ’ê re dixebitin hene. Ketina wî ya Sûriyeyê dê tu caran bi têrî tunekirina van delîlan neke. Armanca wî ya esasî, tunekirina Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”    Bi domdarî Margaret Owen anî ziman ku faktoreke din ê êrişan jî heye û wiha pê de çû: “Rûsya naxwaze şirîkê xwe Esad winda bike û ji bo parastina Şamê bombe li van koman barand. Putîn, li Ûkraynayê pirsgirêkan dijî lewma nikare bi qasî berê zêde li ser vê meseleyê bisekine. Lê belê hêzeke din heye ku gefê li aştiya herêmê dixwe.”    Margaret Owen, bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman: “Milîtanên birîndar ên DAIŞ’ê li nexweşxaneyên tirkan hatin dermankirin. Bazirganiya petrolê ya Tirkiyeyê bi vê rêxistinê re dikir tê zanîn. Tirkiye, êrişî kampa Êzidî û Kurdên li Reqayê ji DAIŞ’ê reviyayin, êrişî Şengalê kir. Tirkiyeya di bin rêveberiya Erdogan de, welatekî terorîst e.”    'DIVÊ NY NAS BIKE Û BIPARÊZE’   Margaret Owen, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêbawerî û bandora xwe ya berê winda kiriye û wiha got: “Lewma welatên endam bi rehetî biryarên Cinevê û NY’ê binpê dikin. Divê Konseya Ewlekariyê ya NY’ê bê reformekirin. Heta ku DYA, Rûsya, Çîn û Ingilistan endamên daîmî bin dê tu caran ev sûcên li dijî mirovahiyê neyên şermezarkirin. Hêviya min a herî mezin ew e ku NY, ji ber xebatên wekheviya zayenda civakî, bihêzkirina jinan, ekolojî, edalet û demokrasiya rast, Rêveberiya Xweser nas bike û biparêze. Nabe ku dewletên endam li dijî vê hovîtî û xedariyê bêdeng bin.”    'OCALAN LI SER ÇARESERIYA SIYASÎ DISEKINÎ’    Margaret Owen, da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelên Sûriyeyê û yên Rojhilata Navîn aştî xwestiye lewma divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Margaret Owen, wiha got: “Di hemû nivîsên Ocalan ên li Girava Îmraliyê hatine nivîsandin de ne li ser çareseriya leşkerî lê ya siyasî tê sekinîn. Divê pirtûkên wî baş bên xwendin. Ew kes e ku ‘jin, jiyan, azadî’ dîtiye. Ev her sê peyvên biefsun, niha li Îranê hatin qedexekirin.”    'DIVÊ DINYA BIKEVE NAVA HEWLDANAN’    Margaret Owen, got ku di şer de herî zêde jin û zarok bibandor dibin lê ew di biryarê şer û aştiyê de li derve tên hiştin. Margaret Owen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewş li Rojava ne wisa ye. Li navenda Konfederalîzma Demokratîk anku li Rojava jin xwedî wekheviyeke rasteqîn in. YPJ’ê ji bo rizgarkirina bajarok û gundan li gel zilaman li dijî DAIŞ’ê şer kir. Gelek kes di van şeran de şehîd bûn. Cihê xemgîniyê ye ku ev jinên dilwêrek tên kuştin, dîl tên girtin û îşkence lê tê kirin. Divê li dijî van şerên li Sûriyeyê zêde dibin û li dijî vê gefa ser hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû cîhanê bikeve nava hewldanan. Bêguman ev rewş dê rê li ber koçberiyê veke. Dê bêhtir mirov li Ewropaya ku baş lê nayên pêşwazîkirin bibin penaber.”    'HIKÛMETA ME XIZMETÊ JI ÎSTÎXBARATA TIRK RE DIKE’    Margaret Owen, operasyona polîsên ingilîz a di 27’ê de ku li Londonê bi ser Navenda Civaka Kurd û malên aktîvîstên kurd de girtin, wiha nirxand: “Ketin malên kurdan û polîsên me yên biçek li jin û zarokan xistin. Ev nayê efûkirin. Hikûmeta me xizmetê ji îstîxbarata tirk re dike. Lê belê civaka sivîl, em, aktîvîstên mafên mirovan û parêzerên mîna min, em ê ji bo Kurdan rabin ser pêyan û ji bo ev xizmetkarî bi dawî bibe em ê bi dengekî bilind protesto bikin.”    MA / Hîvda Çelebî