Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e 2024-12-06 09:51:09 RIHA - Dayikên Aştiyê yên li ser sînor li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan, destnîşan kirin ku şer û pevçûn ne çareserî ye û gotin, "êdî bes e."  Hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û li hemberî êrîşan bertekên gelê kurd û derdorên cuda didome. Di 4’ê mehê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku tevli meşû bûb û têkildarî meşê dayikên aştiyê ji ajansa me re axivîn.    ‘ŞER ÇARASERÎ NÎN E’    Endama dayikên aştiyê Adalet Çay diyar kir ku ji ber şerê zêdeyî 40 sal in dewam dike ji ber şer bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û got, "Mirov tên qetilkirin, ji cih û warên xwe tên dûrxistin. Ji bo em li dijî vê bisekinin em hatin ser sînor. Weke dayikên aştiyê em nikarîbûn li mala xwe rûnên. Bi şer çi çareser bûye? Divê di demildest aştî pêk were."   ‘ÊDÎ BES E’   Endama dayikên aştiyê Meyaser Korkmaz da zanîn ku ji ber şer hejmara ciwanan kêm dibe, aramî nemaye û wiha axivî: “Cîhan ji aliyê pergala xwînmij ve hatiye rewşeke wiha.  Em li dijî wê disekinin. Em naxwazin xwîn birije. Em şer naxwazin. Li ser xwîna xîzanan li ser text rûdinin. Êdî bes e. Çi dikin bila bikin em ê li dijî van êrîşan bisekinin.”    Dayika Aştiyê Fatma Akbaş diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine ser sînor û got, "Jin, zarok û extiyar tên qetilkirin. Em ê li cem gelê Rojava bin."   Dayika aştiyê Gulbaran Ulgun da zanîn ku ji bo daxwaza xwe ya aştiyê binin ziman hatine ser sînor û wiha got: “Ji bo ku ciwanên me nemirin em hatin vir. Ev şer çima didome? Zarokên me neman. Sedema vê çi ye? Divê her kes li dijî vê rabe ser piyan.”   Dayika aştiyê Aynûr Yilmaz got ku siyasetmedar ji bo kursiyên xwe siyaseta şer dimeşînin û ger Serokê Giştî yê MHP’ê însanan bifikire dikaribû bigota bi diyalogê werin.    Makbûle Yavûzer ku xwest polîtîkayên şer demildest bên rawestandin û wiha got: "Kurd, tirk, ereb û çerkez hemû di vî şerî de dimirin. Êdî bes e."