‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin 2024-12-06 09:52:54 STENBOL - Abdullah Adlî, Baver Coşkun û Berdan Kurt ku li Girtîgeha Marmarayê tên ragirtin, dan zanîn ku hem li emniyetê hem jî li girtîgehê rastî “lêgerîna tazî” û tundiyê hatine.  Zexta “Lêgerîna tazî” ya li girtîgeh û emniyetan didomin. Abdullah Adlî, baver Coşkun û Berdan Kurt ku di dîrokên cuda hatin girtin û birin Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî), di peyama şandin de diyar kirin ku “lêgerîna tazî” û tundî li wan hatiye kirin.    LI EMNIYETÊ LÊGERÎNA TAZÎ Û TUNDÎ   Abdullah Adlî, di 23’yê tebaxê de hate binçavkirin û di 28’ê tebaxê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Adlî, birin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê û li wir piştî 2 mehan hate berdan. Du roj piştî berdanê, hin kesên xwe weke “polîsên sivîl” dan naskirin, hewl dan Adlî birevînin. Di 25’ê cotmehê de dîsa bi ser mala Adlî de hate girtin, hate binçavkirin û îcar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Adlî, ji ewil şandin Girtîgeha Metrîsê û di 31’ê cotmehê de jî sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin.    Adlî, ragihand ku di her du carên binçavkirin û girtinê de “lêgerîna tazî” lê hatiye ferzkirin. Adlî, bal kişand ser tiştên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar jiyayî û wiha got: “Min ji polîsan re got ku ev sepane sepaneke dermirovî ye û min red kir. Lê belê bi darê zorê lêgerîna tazî kirin. Ez 4 rojan li emniyetê mam û dema di 29’ê cotmehê de birin Edliyeya Stenbolê, tundiya fîzîkî li min kirin. Hevalê min ê dosyayê Berdan Kurt jî li dijî xwendina sirûdê derket û got; ’15 polîsan li min xistin.’ Li Edliyeya Stenbolê ‘stranên nîjadperest’ bi min dan guhdarîkirin. Divê raya giştî di mijara ‘lêgerîna tazî’ û tundiyê bihestiyar tevbigere.”    DI DU SALAN DE 3 CARAN HATE GIRTIN   Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Berdan Kurt jî di 2 salan de 5 caran hate binçavkirin û 3 caran hate girtin. Kurt, da zanîn ku carekê jî ji hêla kesên ji xwe re digotin “polîsên sivîl” ve hatiye revandin. Kurt, di 6’ê kanûna 2022’yan de bi hinceta xebatên meclisê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Kurt, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Di nîsana 2022’yan di danişîna ewil de hate berdan.    Kurt, piştî tehliyeyê xebatên xwe domand û di 14’ê tîrmeha 2023’yan de dema li Bayrampaşayê li parkê rûdinişt, hate binçavkirin. Kurt, tiştên li emniyetê jiyayî wiha vegot: “Li vir îşkence li min kirin. Tevî hemû zextan jî min şîfreya telefona xwe neda. Polîsan got; ‘An dê biçî çiyê an jî Ewropayê. Nexwe dê her du mehan carekê te binçav bikim.’”   ZEXTA SÎXUÛRTIYÊ   Kurt, di 13’ê Tebaxa 2023’yan de jî li bajarê xwe Êlihê hate binçavkirin û piştî îfadeya li emniyetê hate berdan û vegeriya Stenbolê. Kurt, ji hêla kesên ji xwe re digotin “polîsên sivîl” ve hate revandin. Kurt, tiştên di dema revandinê de jiyayî jî wiha vegot: “Ez birim Goristana Topkapiyê. Li wir zexta sîxûrtiyê li min krin. Min qebûl nekir lewma îşkence li min kirin. Piştre jî hatim berdan.”    ‘RAPORA DERBKIRINÊ NEHAT DAYIN’   Gefa biçavkirin û girtinê ya li dijî Kurt di demên piştre jî berdewam kir. Di 13’ê Sibatê de li Stenbolê hate binçavkirin û di 17’ê sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Marmarayê. Kurt, di tîrmehê de tehliye bû.    Kurt, herî dawî jî di 25’ê cotmehê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Kurt, da zanîn ku di dema binçavkirinê de li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar rastî tundiyê hatiye. Kurt, got: “Polîsan hewl dan bi darê zorê sirûdan bi min bidin gotin. Min qebûl nekir. Piştre jî îşkence li min kirin. Serê min şikest û her dera min reş û şîn bû. Ez birim nexweşxaneyê lê tevî serê min şikestî bû jî bijîşkî rapora derbkirinê neda.”    LI NOQTEYA KOR TUNDIYA POLÎSAN   Baver Coşkun jî di 16’ê Mijdarê de li Stenbolê di serdegirtinên malan de tevî 8 kesan hate binçavkirin û rastî heman sepanan hat. Coşkun, xwendekarê Fakûlteya Tipê ya Stenbolê ye û di pola 4’emîn de ye. Coşkun, tevî 8 kesan hate binçavkirin. 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Coşkun û 5 kesên din jî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Kesên hatin girtin, ji bo demkî di 20’ê mijdarê de şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. 6 kes li vir rastî lêgerîna tazî û heqaretan hatin.    Coşkun, niha li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin û wiha got: “Piştî girtinê em birin nezaretxaneya edliyeyê. Polîsan li vir heqaret li me kirin. Dema me bertek nîşan dayî, em birin otoparka edliyeyê ku kamera wir nabînin. Li vir îşkence li me kirin. Li wir destên me ji pişt ve kelemçe kirin û du saeatan li ber hewayê sar dan sekinandin.”    Coşkun, diyar kir ku li Girtîgeha Metrîsê jî rastî heman sepanan hatine û wiha bi dawî kir: “Leşkeran li dosyayên me nihêrtin û dest bi heqaretê kirin. Piştre jî gardiyanan lêgerîna tazî li me ferz kirin. Me qebûl nekir û got ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Lê belê gardiyanan heqaret kirin û lêgerîna tazî ferz kirin. Bi darê zorê cilên me derxistin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû