KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe 2024-12-06 14:01:40   Wan - Hevberdevka komîsyona kongreyê ya KURDÎGEH'ê Leyla Çakir diyar kir ku dê komeleya wan kongreyê li dar bixe û ev bang kir: “Em ê di demeke nêz de kongreya KURDÎGEH’ê pêk bînin. Bila hemû zimanhez û dildarên zimanê Kurdî li derdorê KURDÎGEHê bibin xelek.”   Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), bi boneya kongreya xwe ya yekemîn li avahiya xwe ya li Taxa Serhadê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniya de pankarta “Her dem kurdî, li her derê kurdî” hat daliqandin. Hevberdevkên komîsyona kongreyê bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî û ji bo di rêveberiya nû de cih bigirin, bang li gelê Wanê kirin.    Hevberdevka komîsyona kongreyê Leyla Çakir, di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku ziman nasnameya neteweyî ye. Leyla Çakir, diyar kir ku hebûna gelan bi ziman pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demeke wiha de zimanê Kurdî girîngiya xwe dide li ber çavan û xwedî derketina ziman, cureyeke xweparastina herî hêjayî ye. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî ne tenê di sazî û dezgehên ziman de, li her devereke qadên jiyanê di kolan, kuçe, tax, mal, dibistan û her derê de bibe kurdîgehek û bibe qada tekoşîna zimanê Kurdî.”   BANGA JI BO GEL   Bi domdarî Leyla Çakir destnîşan kir ku ew jî weke KURDÎGEH’ê ji ber sedemeke wiha girîng diçin kongreyê. Leyla Çakir, piştgirî ji gel xwest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê di demeke nêz de kongreya KURDÎGEH’ê pêk bînin. Bila hemû zimanhez û dildarên zimanê Kurdî li derdorê KURDÎGEHê bibin xelek. Xwedî li zimanê xwe derbikevin û ala ziman bilind bikin. Ji îro û şûnde kesên ku dixwazin di rêveberiya KURDÎGEH’ê de cih bigirin an jî pêşniyariyên wan hebin, bila serî li komîsyona me bidin.”   Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.