Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan 2024-12-06 19:32:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku hin aliyên girêdayî dewleta tirk bi îdiayên nerast hewl didin ku taxê ji niştecihên wan vala bikin û bêyî garantiya navneteweyî berê wan bidin Efrînê. Meclisê bang li şêniyan kir ku bi van îdiayan neyên xapandin. Meclisa Gişt ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê geşedanên dawîn de daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî bi amadebûna rêveber, hevserokên meclis, saziyên sivîl û partiyên siyasî  li pêşiya navenda Mala Êzidiyan a li Şêxmeqsûdê hat dayîn.   ˈHIKUMETA ŞAMÊ BERPIRSA ALOZIYÊ YEˈ   Endamê melisê Menan Cafer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hikumeta Şamê ya desthilatdar a diyalogan red dike û çandên din qebûl nake bepirsa rewşa aloz a li welat e û wê hişt ku welat bibe qadda tesfiyekirina hesabên herêmî û navneteweyî ya li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi hemû etnîk, ol, mezheb û baweriyê wê.   ˈARMANCA ME SÛRIYEKE DEMOKRATÎK Eˈ   Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwe bi rêxistin dikin û wiha hat domandin "Em hewl didin bêyî cudabûna nîjadî, lê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên taxê mil bi mil Sûriyeke demokratîk a pirrengî ava bikin."   ˈGUH NEDIN ÎDIAYÊN NERASTˈ   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku "hinek alî yên girêdyî dewleta Tirk a dagirker bi taybetî hevkarên Îtîlafê, xayîn û ENKSˈê bi rêya îdiayên nerast siyasetên valakirina her tu taxan dimeşînin. Hewl didin bêyî garantiyên navneteweyî gel ber bi Efrînê ve bidehfînin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her du taxan bimînin û bi van îdiayên nayên xapandin."   Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe yên gihandina tevahî pêwîstiyên jiyanê ji gel re bi cih bînin.   Her wiha berxwedana şêniyên taxê, Yekîneyên Şehîd Jiyan Tolhildan û Hêza Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin û hate gotin "Em bi rêveber û gelê xwe hene heya Sûriyeke ewle mîsoger bikin."