Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn 2024-12-07 11:30:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên destpêkê, di rêzeqezaya li Bedlisê de ku 23 wesayîtan qeza kir, 31 welatî birîndar bûn.  Li seranserî welêt bi taybet jî li Herêma Serhedê mij û moraneke zêde heye û ev yek bandoreke neyînî li ser gel û ajokaran dike. Li devera Rahvayê ya li ser rêya Bedlîs Tetwanê de rêzeqezayeke trafîkê çêbû. Di rêzeqezayê de 23 wesayîtan hev xistin û li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 31 kes birîndar bûn. Birîndar, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.    Ji ber qezayê rê li trafîkê hate girtin û niha jî xebatên rakirina wesayîtên tev li qezayê bûn tên meşandin.