HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin 2024-12-07 16:52:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên ji sê aliyan ve têk birine.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên êrişên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter ên ji sê baskan ve hatine têkbirin.    Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSD’ê wiha ye:    “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Babê ya girêdayî HSD’ê, ev 2 roj in li eniyên rojhilat, rojava û başûrê Minbicê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû dimînin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji du rojên borî û heta niha bi balafirên bê mirov û topên giran êrişên xwe yên tund li ser gundên Til Eswed, Ceb Mexzûm, El-Hûta, Cebelt El-Hemra, Til Turin didomînin.  Ev êriş ji aliyê odeyeke hevbeş a efserên artêşa dagirker û çeteyên wê ve tên birêvebirin.   ÊRIŞ HATIN TÊKBIRIN Û BI DEHAN ÇETE HATIN KUŞTIN   Li hemberî êrişên berfireh û berdewam ên heta vê kêliyê, hêzên me bi meclisên xwe yên leşkerî berxwedaneke mezin nîşan didin. Li hemberî hemû êrîşan rawestiyane û êriş têk birine; bi dehan çete hatine kuştin û birîndar bûne. Ev êrişên ku armanca wan dagirkirina herêmê û têkbirina aramiya wê ye, di çarçoveya planeke nû ya dagirkeriyê de ye ku Tirkiye hewl dide di nava xaka Sûriyê de pêk bîne. Hêzên me careke din bibîr dixîne ku dê mafê xwe yê parastina gelê herêmê û bersivdayîna hemû êrişan bikar bîne.”